Turîstên ku 3 salin tên bajarên Mezopotamyayê û bi şûnwarên Rihayê yên wekî Gobeklî Tepe, Malên Herranê, Gola Masîyan, Maqamên Pexemberan; şûnwarên Amedê yên wekî beden, Mizgefta Mezin, Dêrên Ermenî û Suryaniyan, pirên deh çavî û Malabadê, şûnwarên bajarên din yên wekî Heskîf, Keşişxaneya Deyr-ul Zaferan, Mozaîkên Belkıs, Gorên Pêxemberan, Peykerên Çiyayê Nemrud, Tirba Ehmedê Xanî û bi sedan şûnwarên din ve bajarên Mezopotamya yê 3 salin bûne warên turîstan, îsal ji ber zêdebûna operasyonen leşkerî ji tûristan mahrûm man. Biryara KCK’ê ya bê çalakbûnê ku salên par de hêjmara turîstan li bajarên Kurd lê dijîn zêde kiribûn, hêjmara otelên nû tê çêkirin jî zêde kiribû. Tenê bajarê Rihayê bi otêlên El Ruha, Dedeman, Hîlton û otêleke ku nû tê çêkirin ve xwest ji zêdebuna turîstan re bibe bersîv.
Li bajarên heremê yê din jî heman dîmen li ber çavan bûn. Gotinên Serokwezîr Tayyip Erdogan û endamên hikûmeta AKP’ê yê „şerxwestinê“ yên ku ber encama hilbijartinê dest pêkir û her ku çû zêde bûn, li bajarên Kurdan pêvçûn zêde kir û li her alî belav kir. Operasyon, pevçûn, li ketin û derketina bajaran zêdebûna ewlehîyê, li hundirê bajaran gera wesayitên zirxî yên polîsan turîzma bajarên Kurdan ji gelek kêm kir.
Hejmara turîstan kêm bû
Midûrê Tûrên çandê yê Jolly Tûrê Kerem Gokçe ku di bin navê Tûra GAP’ê de her sal turîstan tîne Antakya, Dilok, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Amed, Semsûr û Xerpêtê diyar kir ku, turîzma ku di 3 salên dawî de zêde bûye, îsal geyek gelek kêm bû. Gokçe, destnîşan kir ku 50 acenteyên turîzme turan li bajarên Kurdan digerin û pirsgirêkên sektora turîzmê wiha anîn ziman: „Di 3 salên dawî de hêjmara turîstan zêde bûbû. Ji ber ku turîst rehet û bê xof digerîyan zêde dihatin herêmê. Nûçeyên pêvçûnan ne dibihîstin, polîs ne zêde bûn, rastî leşkeran nedihatin, panzêr li ba wan nedigerîyan. Tenê me 8 hezar û 500 turîst li heremê gerand. 2 milyon TL me da otelan. Lê îsal hêjmara rezerwasyoname tenê 40 kes e. Berê acenteyan gişan mêvanên xwe li Amedê bi cih dikirin. Niha tenê em mêvanê xwe li Amedê bi cih dikin. Lê em jî difikirin ku tûrên heremê biterikînin.“
Cihên dîrokî qedexe ne
Gokçe, da zanîn ku salên borî turîst Dêra Meryem a Kerboranê, Tirba Mem û Zîn, Gora Nûh ya Cizîrê û her wiha li gundên Êrmenî, Asûrî, Êzidî û Kurdan digerandin, lê niha her alî qedexeye û wiha pêde çû: „Cihê ku em dixwazin herin û turîstan bigerînin, hin caran li ser navê ewlehîyê, hin caran jî ji bo pêvçûn û operasyonên leşkerî ji nava bernameyên me tên derxistin. Ew turîst dema li heremê nagerin aborîya heremê jî xerab dibe. 50 acente nêzî 100 milyon TL pere dide otelan û ji her pişeyî dikandar ji turîstan peran qezenc dike. Lê bandora pêvçûnên ku zêde dibin li her kesi dibe. Ji ber vê jî demek zû de bi aştîyê pêdivî heye. Turîzma heremê bi aştiya heremê ve girêdaye. Lê ger ku pevçûn bidomin dê turîzma heremê biqede.“
‘Turîst bi gazinc in
Acenteya bi navê Arnîka jî diyar kir ku wê îsal di cejna Remezanê de 10 turîstan bîne heremê. Berpirsiyarekî otelekê 5 sterk ku li rihayê ye jî ew gotin anîn ziman: „ Her sal rezerwasyonên meyî cejnê, beriya cejnê diqediyan. Lê îsal ji ber tunebûna turîstan salên par ji mere bûn xewn. Operasyon bandora xwe li ser otelan jî dikin û rewşa otêlan xera dike. Salên par rewşa aborîya xirab sedema pêvçunan nîşan didan. Pevçûnên heremê rê li xerabûna aboriyê vedike. Tê gotin ku fîrmayên mezin naxwazin werin. Dema em tên jî tedbîren sîyasî, çandî yên ku wê pêş me vekin nayên standin. Tenê tedbîrên ewlehîyê ew pirsgirêk çareser nekir û ji vir û wêda jî çareser nake. Li heremê gelên cuda bi hevre dijîn. Pêwiste li daxwazên wan bên guhdarkirin û ji bo çareserîyê xwestekên wan li ber çavan bên girtin. Pêwîste zimanê aştiyê bê bikaranîn û aştîyeke mayînde bê avakirin. Di nav xwestekên mîrovan de dîtina operasyon, pêvçûn, leşker, polîs û maşînên zirxî tune.“
DÎHA- RIHA