Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li Feraşînê operasyon daye destpêkirin û di şerê dema operasyonê de gelek eskerên Tirk ên dagirker hatine kuştin û birîndarkirin.
HPG’ê diyar kir ku 28’ê Îlonê artêşa Tirk li Qilebanê tevî 10 hezar esker û cerdevanan operasyon daye destpêkirin û operasyon bêyî ku bigihêje armanca xwe vekişiyaye.
Di operasyonê de gelek esker hatin kuştin
Li ser operasyona li Feraşînê jî HPG´ê got, “Artêşa Tirk a dagirker 28’ê Îlonê li devera Pîrdûda ya Feraşînê ya li Elkêya Şirnexê operasyonek da destpêkirin. Di operasyonê de di navbera eskerên dijmin û hêzên me de şerekî giran rûda. Di vî şerî de hejmara eskerên kuştî û birîndar nehat tespîtkirin.”
HPG´ê da zanîn ku gerîlayê bi navê Serxwebûn (Sadik Hasan Reşîdî) dîl ketiye destê dijminê xwe, û gerîla Çekdar Azad bi qehremanî heta fîşeka xwe ya dawîn li ber xwe daye û şehîd bûye. HPG´ê nasnameya gerîlayê şehîd wisa da zanîn: Çekdar Azad (Ferdî Mûslû) yê li Wanê jidayikbûyî.
HPG´êdiyar kir ku 3´yê Îlonê gerîlayan maşîneke kar a artêşa Tirk a ku rêya Girê Şûndirê ya qada Deştanê çêdike îmha kiriye.
Gerîlayên şehîd ên Dersimê
HPG´ê bi bîr xist ku wan 26´ê Îlonê dabû zanîn ku li devera Rojdere ya Dersimê, 4 gerîla di bombebaranê de şehîd bûne û nasnameya wan wiha eşkere kir:
Arjîn Malazgîrt (Asli Akin) a li Mûşê ji dayikbûyî, 17’ê Îlona 2018´an li Dersimê jiyana xwe ji dest da; Azîme Çinar (Fatîme Saltan) a li Amedê jidayikbûyî 17’ê Îlona 2018´an li Dersimê jiyana xwe ji dest da; Dîcle Gilîdag (Kesîre Bîlîcî) a li Wanê jidayikbûyî 17’ê Îlona 2018´an li Dersimê jiyana xwe ji dest da; Sefkan Ardahan (Mûhammed Aşçi) yê li Stenbolê jidayikbûyî 17’ê Îlona 2018´an li Dersimê jiyana xwe ji dest da.
ANF/BEHDÎNAN
7 eskerên Tirk hatin kuştin
Doh sibehê di encama teqîneke li ser rêya wesaîteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker a li li navçeya Batmanê Kercosê, 7 eskerên Tirk hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên ji çapemeniya Tirk wergirtî, wesaîtê di operasyoneke eskerî ya li deverê de cihê xwe digirt. Di wêneyê çapemeniya Tirk weşandî de xuya dike ku maşîna zirxî bi temamî rûxiyaye.