Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Barzan, Oremar û Amedê yên li dijî artêşa Tirk daxuyaniyek belav kir. 

Di daxuyaniya HPG’ê de nasnameya 3 gerîlayên di 23’ê Îlonê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest dayî jî hat eşkerekirin.

HPG´ê da zanîn ku operasyona artêşa Tirk a dagirker ya 27’ê Îlonê li derdora Tepê Xwedê ya herêma Barzanê ya di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de dayî destpêkirin, didome û gerîlayan 8’ê Cotmehê berê sibehê li dijî yekîneyeke operasyonê li Tepê Xwedê çalakiyek li dar xist û herî kêm 11 esker kuştin. Gerîlayan li Bakurê Kurdistanê jî heman rojê berêvarê li devera Qela Perîxanê ya herêma Oremarê, bi çalakiyekê 6 kozikên hêzên artêşa Tirk a dagirker îmha kirin û herî kêm 10 esker kuştin. 

Heman rojê gerîlayên YJA Starê nava rojê li dijî qereqola Girê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xist, lê belê encamên çalakiyê nekarîn bên zelalkirin. HPG´ê wekî din da zanîn ku 8’ê Cotmehê bi şev gerîlayan li devera Tepê Klon a Farqînê li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistiye û 2 esker kuştine û 4 jî birîndar kirine. HPG´ê wekî din nasnameya 3 gerîlayên 23´yê Îlonê li devera Çalyanê ya li Faraşînê li Elkê ya ser bi Şirnexê di şerê bi artêşa Tirk re jiyana xwe ji dest dayî eşkere kir: Zîlan Adar (Emîne Yorulmaz) a li Semsûrê ji dayik bûyî; Canfeda Legerîn (Ferhat Aydemîr) ê li Amedê ji dayik bûyî; Xebat Mamxorî (Sînan Kahraman) ê li Colemêrg ji dayik bûyî. 


NAVENDA NÛÇEUYAN