Operasyona leşkerî ya bi bipiştgiya hewaya li dijî gêrîlayên HPG’ê ku li Çiyayê Cûdî yê girêdayî Şirnexê hatî destpê kirin didome. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, li hinek xalên Çiyayê Cûdî di navbera gêrîlayên HPG’ê û Tîmên Taybet yên Tirkan de şer derketiye. Hat ragihandin ku gelek balefirên şer yên kobra û skorsky ji tabûra Hîsarê ya di navbera Cizîr û Silopî de leşkerên tîmên taybet daxistine Çiyayê Cûdî. Her wiha hat hînbûn ku, li dijî herêmên Gire Hirmo, Helane Pîr, Deryê Hesana, Avçinarokê û Tûşimayê operasyonên bejahî û hewayî berdewam dikin.

Li Dêrsimê operasyona berfireh
Li navçeya Pîlemûrî ya Dêrsimê bi karwaneke leşkerî ya ji bi dehan wesayîtan pêk tê operasyoneke berfireh hate destpêkirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, li Geliyê Pîlemûrî yê Dêrsimê operasyoneke berfire hatiye destpêkirin. Hate zanîn ku nêzî 10 panzer beşdarî operasyonê bûne û bi minîbûsan leşkeran vediguhêzin Geliyê Pîlemûrîyê.
Balkêş e ku ev cara yekemî ne kul i Geliyê Pîlemûrî operasyona bejahî tê lidarxistin û hat ezanîn ku helîkopterên kobrayê jî herêmê bombebaran dikin.

Îdiaya gêrîlayekî li Çiyayê Gorsê jiyana xwe ji dest da
Operasyona ku artêşa Tirk ev 5 roja li Çiyayê Gorsê yê di keva navbera navçeya Miyaran ya Xarpêtê û navçeya Pîran ya Amedê de didome, hat îdiakirin ku di şerê duh yê bi piştgiriya balefirên şer de gêrîlayek HPG’ê jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Xarpêtê de hat ragihandin ku, operasyona li dijî Çiyayê Gorsê yê dikeve navbera navçeyên Miyaran ya Xarpêtê û Pîran ya Amedê de ku ev demek dirêje berdewam dike, leşkerên hêzên taybet û cerdevan veguhestine herêma operasyonê. Her wiha îdia kir ku, şerê ku berê siharê qewimî de gêrîlayek HPG’ê jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha operasyonên li dijî gêrîlayên HPG’ê yên li Çiyayê Gorê yê di bejahiya navçeya Pîranê de didome.

ŞIRNEX/AMED