Rêveberên BDP’ê û DOKH’ê, xebatkarên Meclîsên taxan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Rêxistina BDP’ê ya Pirsusê Mehmet Kayhan daxuyanî xwende û wiha got: „Heke AKP bi zihniyeta, bi girtina hevalên me yên li qada legal xebatê dikin kurd têk bibe tevbigere xwe dixapîn e. Me kesek jî bimînin em dê têkoşîna xwe bi domîn in û berisva hikûmeta AKP’ê bidin. Hikûmeta AKP’ê ji pêkutiyên salên 90’ê dê derbas bû. Şûna ‘Bûyerên kiryar
BDP’a Mêrdînê bi armanca şermezarkirina operasyonên siyasî ên li navçe û naveda Mêrdînê pêkhatin û gelek kes hatin binçavkirin meşek li dar xist.
Rêveberên BDP’ê yên bajar û navçeyan, şaredarên navçeyan tevlî meşê bûn. Di meşê de slgonên „Zext me bêzar nakin“, „Şehîd namirin“ û „Em hemû KCK’î ne“ hatin brezkirin. Polîsan li ber Îdareya Taybet a Bajar pêşiya girseya dixwast ber bi avahiya AKP’ê ve meşe girt. Piştî polîsan destûr neda meşê BDP’iyan rê li trafîkê girt. Rêveberê BDP’ê yê Mêrdînê Ekrem Veske daxuyanî xwend û diyar kir ku ew polîtîkayên tecrîdê ên li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar dikin û wiha got: „Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd aktorê herî bingehî û siyasi ye.“

Veske, anî ziman ku 22 kesên di nav de rêveberên BDP’ê jî hene hatin binçvkirin û wiha axivî: „Hikûmeta AKP’ê dixwaze bi zextan û şîdetê berxwedana gelê kurd bişkêne û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê qels bike.“ Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştê pêk hat û girse bi slogan û çepikan belav bû

MÊRDÎN-RIHA