HPG’ê ragihand, hêzên wan li ser sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine. Navenda Ragihandinê ya HPG’ê, li ser operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk, ku ji 17’ê Hezîranê ve li ser sînorê Çelê dike, daxuyaniyek weşand. Li gorî daxuyaniya HPG’ê, di şer de herî kêm 30 eskerên Tirk hatine kuştin.

HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker, êvara 16’ê Hezîranê li herêma Zapê dest bi operasyona dagirkeriyê kiriye û şerê ji ber vê operasyonê qewimî jî bi dijwarî dewam dike.

Ji daxuyaniyê tê fêmkirin ku artêşa Tirk tevî yekîneyên ji bejahî ve hatin, bi helîkopterên Skorsky jî esker li herêma Qela Bêdewe danîne û gerîlayan li 6 cihên cuda derb li wan xistine. Li van deran gerîlayan 20 eskerên kuştî bi zealaî tesbît kir. 

HPG dide zanîn ku piştî êrîşa destpêkê, di şer de li cihên cihê 5 eskerên din hatin kuştin û 3 esker jî hatin birîndarkirin.

Helîkopter hat derbkirin

HPG wiha behsa şerê nava rojê dike: “Danê nîvrojê, yekîneyeke dijmin û helîkoptereke bi tîpa Skorsky ji bo alîkariyê bidin leşkerên birîndar û leşkerên mirî rake, hat herêmê. Ev yekîne jî bû hedefa hêzên me. Helîkoptera bi tîpa Skorsky ku ji çekên giran ên hêzên me derb xwar, neçar ma ji herêmê biçe. Di heman demê de leşkerekî dijmin jî hate kuştin. Dûre, helîkopterên Skorsky bi alîkariya helîkopterên Kobra leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakirin.” HPG herî dawî da zanîn ku di şer doh ji brê sibê heta nîvê şevê de bi qasî hatiye tespîtkirin, 30 esker hatine kuştin, 5 leşker jî hatine birîndarkirin. HPG´ê da zanîn ku di şer de gerîlayê bi navê Mazlûm Nisêbîn jiyana xwe ji dest daye.

Li Dêrsimê sîxurek hat cezakirin

Bi daxuyaniyeke din HPG’ê da zanîn ku gerîlayên YJA Starê 17´ê Hezîranê li hemberî qereqola Zeytê û çeperên wê yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakî li dar xistine, lê hejmara eskerên Tirk ên kuştî û birîndar de agahiyên zelal bi dest nexistine. Heman rojê karwanekî wesaîtên eskerî yên artêşa Tirk di navbera Çelê û navenda Colemêrgê de bû armanca çalakiya gerîlayên HPG´ê û hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî, li vir jî nehat tesbîtkirin.

HPG´ê da zanîn ku li Dersimê, kesê bi navê Necmettîn Yilmaz, ku cih û liv û tevgera hêzên gerîla radigihand artêşa Tirk roja 16’ê Hezîranê li nêzî gundê Zaxge yê Dersimê hatiye cezakirin.

HPG´ê wekî din da zanîn ku di operasyona artêşa Tirk a dagirker a li herêma Herekol a Sêrtê de roja 12’ê Hezîranê li qada Şehîd Canxurt şer qewimiye û di operasyonê de 14´ê Hezîranê gerîlayê bi navê Rêgeş Mişarê (Mehmet Adiguzel) ê li Sêrtê jidayikbûyî jiyana xwe ji dest daye. 


ANF/BEHDÎNAN