Nivîskar Welat Dilken vê carê bi çîrokên mînîmal li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Dilken heta niha bi helbest û romanê nivîsî hatibû naskirin, îcar bi pirtûka çîrokên mînîmal li pêşberî xwendevanan e. Pirtûka wî bi navê “Orîjînî” ji Weşanên Avestayê derket.
Pirtûk ji sî çîrokên mînîmal pêk tê. Çîrok bi şêweya helbestê hatine hûnandin û di çîrokan de behsa serboriya kesekî derketî derî zemanê niha tê kirin. Hin çîrok wekî fabl in têde jîndar hene diaxivin, geh jî darek an kevirek an rê diaxive; leheng di nava zemên de diçe geryanekê dike û dikeve nav zemanekî din.
Mirov dikare bi çavê helbestê jî li çîrokan binêre, lê bi çavê çîrokên mînîmal jî, loma navê “çîrokên mînîmal” lê hatiye kirin. Dilken dibêje, “Wê xwendevan hem bi tehma helbestê çîrokê bixwîne hem bi tehma çîrokê helbestê bixwîne.”
Hespên li ber avê
Beşek ji pirtûkê, çîroka “Hespên Li Ber Avê” bi vî rengî ye:
“bi dengê çeqeçeqa lingên hespan veciniqî ji xewa kûr
temaşe kir li hespên dadiketin ber çemê ava wî
bi demê de diherikî;
hespan yek bi yek kunyeya siwariyên xwe
yên lehengiyê ew ji ser wan anî xwarê hîriyan
çêm go: ‘ey wex’! nexwe çîroka serdemekê qediya
û ji siwariyên venegeriyayî re rondik barandin’
av rawestiya rê vebû; ber bi dawiya çîrokê ve hespan li pey hev dan
çargaviyê û çûn…
mêvanê şevê yê westiyayî bo li zemanekî din şiyar bibe çavên xwe dan
hev, ket xewê”
Welat Dilken kî ye?
Nivîskar Welat Dilken di bihara 1975’an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres û demek dirêj di malpera Diyarnameyê de qunciknivîskarî kiriye. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019
- Orijînîa / Welat Dilken / Çîrokên Mînîmal / 50 rûpel / 2019
* Ev nivîs ji ber diyarname.com´ê hatiye girtin.