Li Elmanyayê hin konser êdî wê karibin bên dayîn. Yek ji van jî wê bibe ya Bridges-Kammerorchester (Orkestraya Piran) vê dawiya hefteyê û ya paşê ew ê du caran konserê bide. Johanna-Leonore Dahlhoff û Anke Karen Meyer yên ji vê orkestrayê dibêjin, piştî bi sê mehan em ê karibin ne online lê zindî derkevin pêşberî guhdaran. 21’ê Hezîranê wê li Gallus Theater ya li Frankfurtê û 28’ê Hezîranê jî li Kulturforum Wiesbadenê derkeve ser dikê. Konsera wan “Nomadic Music (Muzîka koçerî)” e. Bi vê yekê orkestra weke ku muzîk koçberek be pê dadikeve. Jixwe, mûzîka miletên ku koçer di nav wan de hene, wê muzîka konserê pêk bîne. Di nava besteyan de “Azerbaijani Fairy Tale (Çîroka Azerbeycanî)” ya bestekar Khadicha Zeynalova wê cara pêşî bê lêxistin. Bridges-Kammerorchester stranên Moxolî, Kurdî û Rûsî wê lêxe. FRANKFURT