Osman Sebrî ev cara duyem e ku li Rojava bi Mihrîcana Wêjeyê tyê bibîranîn. Îsal di mihrîcanê de di beşên Helbest, Çîrok û Gotaran de ji bo zimanên KUrdî û Erebê xelat hatin dayîn.
Duyemîn Mihrîcana Wêje ya Osman Sebrî, piştî merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Wêjevanên jin û mêr ên ku di beşên çîrok, helbest û gotarê de serketî bûn jî di roja dawî ya mihrîcanê de hatin xelatkirin.
2’emîn Mîhrîcana Wêje ya diyarî rewşenbîr û berxwedêrê Kurd Osman Sebrî, bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Mîhrîcan ji aliyê Komîteya Wêjê ya Kantona Qamişlo ve li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo hat lidarxistin, gelek kesên wêjevan ji bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî mihrîcanê bûn. Mîhrîcanê bi giştî 3 rojan dewam kir.
Mihrîcan bi sponsoriya Desteya Çand û Huner a herêma Cizîrê bi rê ve çû. Mîhrîcanê roja pêşî bi rêzgirtinê dest pê kir, û piştre cîgirê hevserokatiya Desteya Çand û Huner a herêma Cizîrê, Hena Hena axivî û mîhrîcan diyarî berxwedana Serdemê ya Efrînê kir. Hena Hena wiha axivî: “Armanca me ji vê mihrîcanê ew e ku çanda toreya resen were belavkirin. Çanda biratiya gelan û hezkirina di navbera pêkhateyan de.”
Pêşî têkoşer piştre jî têkoşer
Endama Komîteya Amadekar Aram Arî jî axivî û bixêrhatina hemû beşdaran kir û got, mihrîcana îsal ji ber beşdarbûna balkêş ji aliyê hemû pêkhateyan ve guncaw bûye, nemaze gelek rewşenbîrên herêmên ku nû hatine rizgarkirin jî beşdar bûne.
Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriye Dilawer Zenkî jî behsa qonaxên ku têkoşer Osman Sebrî tê re derbas bûye kir û got: “Têkoşer Osman Sebrî, 18 caran ji aliyê sîstemên desthilatdar ên Sûriye, Tirkiye, Îraq, Îran û Lubnanê ve hatiye girtin. Têkoşer Osman Sebrî 12 sal ji temenê xwe di zîndanên van dewletan de qedandine.”
Helbest û çîrok hatin xwendin
Wê rojê û di rojên paşê de helbestên şairên beşdar hatin xwendin. Di Mîhrîcanê de gelek helbestvan û torevanên ji hemû pêkhateyên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn û berhemên xwe bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî pêşkêş kirin.
Di mihrîcanê dewekî din li ser jiyana Osman Sebrî, li ser çîrok û helbestên Kurdî jî semîner hatin dayîn. muzîkjen û dengbêjan jî bi stran û hûnerê xwe hêz da beşdaran. Mihrîcan diyarî berxwedêr û gelê li Şehba û li Efrînê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin, hate kirin.
Xelat hatin dayîn
Kesên hêjayî xelatê hatin dayîn jî di roja sêyem a mihrîcanê de hatin xelatkirin. Navê kesên di beşên cuda yên Duyemîn Mihrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî de de hêjayî xelatê hatî dîtin jî ev ên li jêr in ku di nava wan de gelek jin jî hene:
Çîrokên Kurdî: Neriman Evdikî, Mistefa Mistefa, Lema Elî
Helbestên Kurdî: Fatmê Sîdo, Îsmail Heci Mûrad, Lewend Yûsif
Gotarên Kurdî: Pêşeroj Cewherî
Çîrokên Kurdî: Cuma El Heyder, Ciwan Silo, Brahîm Îshaq
Helbestên Erebî: Xidir Hemadî bin Hemadî, Brahîm Berekat, Ehmed Yûsif, Mistefa Sîno
Gotarên Erebî: Xalis Misewer, Cemîla Mihemed, Reşîd Ebbas
Yekemîna Mihrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî par 11´ê Çiriya Pêşîn hatibû li darxistin.
QAMIŞLO