Koma çeteyên ji neteweperestên Tirk pêk tê û mîna paramilîterên AKP'ê li Elmanyayê rêxistin bûne, sê salên dawî li rojavayê Elmanyayê bûn. Tevî ku tor û organîzasyoneke mezin a sûc e jî heta niha mudaxeleyeke girîng li dijî wan pêk nehatiye. Ji bo dîtina bi çavan, 8 endamên çeteyê yên hatin girtin, di van rojan de li Stuttgart a Elmanyayê tên darizandin. Di nava sûcên wan de qaçaxvaniya çekan, bazirganiya mirovan, bazirganiya narqotîkê, êrişên li dij Kurdan, hewldana kuştinê û hwd. hene. Lê belê dosyaya kirinên vê çeteyê gelekî mezin e û hema hema hemû kirêtiyên werin hişê mirov, ji aliyê vê komê ve tên kirin. Ev koma çete di bin navê kluba boksê de sala 2014'an hate damezirandin. Navlêkirina vê komê ya "Osmanen Germania" (Osmaniyên Elmanyayê) hinekî rastiya wê jî nîşan dide. Tevî kirin û xabatên kirêt ên vê komê gelekî mezin in û ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Elmanyayê ve têne zanîn jî bi şêwazekî cidî bi ser meseleyê de neçûne. Bêzariya ragihandin û hin saziyên demokartîk û siyasetmedarên hestiyar jî hikûmet bi pirranî bi şopandina vê komê bi sînor e. Sedema vê yekê jî ew e ku baş dizanin ev kom ji aliyê AKP û bi taybetî jî bi koordine û fermana Tayyip Erdogan hatiye damezirandin û tê fînansekirin. Yanî çûyina bi ser vê çeteyê de tê wateya çûyina bi ser AKP û Erdogan de. Erdogan jî bi komên terorê û çeteyan polîtîkayeke serketî ya şantajê li dijî Ewrûpa-Elmanyayê dimeşîne. Ji aliyê Erdogan ve mîna hebûneke dagirkeriya Ewrûpayê ya xelîfeta xeyalî, ev kom hatiye motîvekirin. Yanî mîna hebûneke dagirkirina Ewrûpayê ya temamkirina xewna Tirkên ji ber deriyê Viyanayê vegeriyan, tên motîvekirin û birêvebirin. Lê belê di pişta vê motîvasyonê de hesabên AKP'ê û Erdogan ê ku hikûmet-dewleta Elmanyayê neçarî xwe bihêlê, hene. Di nava ciwanên nijad Tirk de ew ên bi çanda şovenîzma Tirk û olperest hatine mezinkirin, dixwaze hêzeke ku bandorê li polîtîkayên Elmanyayê bike, biafirîne. Mîna rêxistinên terorîst ên li ser ferman û hevdengî polîtîkayên AKP'ê li Ewrûpayê êriş pêk anîn û bi rêya van, AKP'ê polîtîkayên şantajê li dijî Ewrûpayê meşandin, ev koma çete jî li ser heman bingehî lê li gorî hesabên demdirêj hatiye damezirandin. Hemû saziyên dewleta Tirk ên li Elmanyayê, ji mizgeftan heta bi sefaretan, ji saziyên bazirganiyê heta bi dezgehên qaşo civakî, hemû xistine bin xizmeta AKP'ê. Her wiha li Elmanyayê jî ji îstîxbaratê heta bi polîs û saziyên din bi destê MÎT'ê endam hatin bicîhkirin. Ji bo li kolanê jî karibe bandora xwe nîşan bide, ev koma çete "Osmanen Germania" pêwîst bû. Sedemeke bingehîn a vê komê jî hedefgirtina Kurdan û muxalifên din ên li dij AKP'ê bû. Jixwe, peyayê Erdogan û parlamenterê AKP'ê Metin Kulunk yekser vê komê koordine dike. Ji temînkirina pereyan heta bi çekan û desteka siyasî ya yekser bi fermana Erdogan ji aliyê Kulunk ve hate meşandin. Têkiliya Kulunk û Erdogan a bi vê çeteyê re ji aliyê saziya krîmînal a federal a Elmanyayê ve jî hate tesbîtkirin û di ragihandinê de jî cih girt. Çeteyên AKP'ê yên li Elmanyayê jî ji aliyê exlaq, karakter û kesayetî ve ji AKP'iyên li Tirkiyeyê û çeteyên wê yên mîna DAIŞ, El Nusra û hwd. ne cuda ne. Di bin navê Îslamê de kirêtiyek nîne ku nakin. Ji fuhûşê heta bi bazirganiya narqotîkê her cure xirabî karê wan e. Van tevan jî di bin rûpoşa Tirkîtî û Îslamê de dimeşînin. Kesên wisa bêexlaq in, di tora têkilî û xabatên wan de du rawestgehên girîng jî mekanên fuhûşê û mizgeft in. Ji mekanê fuhûşê diçin mizgeftê, yan jî ji camiyê derdikevin diçin mekanê fuhûşê. Civaka Elmanyayê ji hebûna vê komê bêzar e. Lê belê hikûmet a di bin bandora şantajê Erdogan de ye, civaka Elmanyayê manupule dike. Jixwe, tevî têkiliyên diyar ên bi MÎT û AKP'ê re, tevî kirinên krîminal ên mîna narkotîk, fuhûş, bazirganiya çek û mirovan, planên qetilkirina mirovan jî hikûmeta Elman bi darizandina mîna şanoyî ya 8 kesan li Stuttgartê ku wê salekê bidome, rastiyê piştperde dike. Mîna gelek polîtîkayên din gelê Elmanyayê wê zirarê ji çavgirtina hikûmetê ji çeteyên Erdogan bibîne. Em li vir bibîrbixin, Elman dizanin ku serçete di vê dozê de Erdogan e, çawa ku rojnameya Stuttgarter Nachrichten gotî, "Polîs guh dida telefona çeteyan, li Erdogan hisand."