HPG´ê da zanîn li dijî êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne ji bo bîranîna şehîdên berxwedanê, gerîlayan li Mêrdînê çalakiyek berfireh a sabotajê li dar xistiye. Daxuyanî weha ye:
“23’yê Nîsanê saet 13.10’an hêzên me yên gerîla li mintiqa gundên Xanîka Jor û Xanîka Jêr ya di navbera navçeyên Şemrex a Mêrdînê û Çinara Amedê de li dijî otobusa tîmên taybet ên ji Nisêbînê diçûn Amedê, çalakiyek sabotajê li dar xist. Otobusê derbeke mezin xwar û tê de bi dehan hêzên dewletê hatin kuştin, lê hejmar nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi 6 ambûlans û 4 helîkopterên Skorsky, mirî û birîndarên xwe rakirin. Piştî çalakiyê, heta saet 18.00’an rêya ku çalakî lê pêk hatiye li çûnûhatinê hate girtin. Ev çalakiya ji bo bîranîna hevalên me yên li Amedê şehîd ketine û şehîdên berxwedanê yên Nisêbînê hate lidarxistin.”
Di daxuyaniyê de wekî din hat ragihandin ku 24’ê Nîsanê saet 09.00’an li derdora girên Şehîd Zerdeşt û Şehîd Rahîme yên li devera Oremarê ya li sînorê navçeya Colemêrgê Geverê li hember artêşa tirk gerîlayan bi çekên giran çalakî li dar xistiye, lê belê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatiye zelalkirin.