
Li bajarê Nîjnî Novgorod ê Rûsyayê, Otonomiya Çanda Kurd bi şahiyekê hate ragihandin.
Kurdistaniyên li bajarê Nîjnî Novgorod ê Federasyona Rûsyayê, bi şahiyekê Otonomiya Çanda Kurd ragihand. Tevî Kurdan, nûnerên saziyên gelên cuda jî tevlî şahiyê bûn. Hevseroka Otonomiya Çandî Civakî ya Federal a Kurdên li Rûsyayê, Liyana Smoyan û rayedarên Kongreya Êzîdiyên li Rûsyayê jî beşdarî şahiyê bûn.
Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Nîjnî Novgorod Vlademîr Smoyan bi bîr xist ku ew di Cejna Êzî de otonomiya xwe radigihînin û got, "Kurdên ku li bajarên cuda yên Rûsyayê dijîn, xwe bi rêya Otonomiyên Kurd bi rêxistin dikin. Ev demek bû ku li bajarê Nîjnî Novgorodê jî karekî me yê bi vî rengî hebû. Otonomiya me vê mehê bi rengekî fermî hate erêkirin û di demeke kin de em ê bi konferansekê sîstema xwe ava bikin. Îro ji bo me girîng e ji ber ku li Cejna Êzî rast hatiye. Bi vê wesîleyê Cejna Êzî li tevahiya civata Êzîdî pîroz dikim."
Piştî axaftina Smyona beşdarên şahiyê jî nihêrîna xwe anîn ziman û ragihandina Otonomiya Çanda Kurd pîroz kirin.
ANF / MOSKOW