ERDAL ALIÇPINAR / KOLN

 

Jina ciwan a Êzîdî Çîman Fetah a 31 salî li bajarê Elmanyayê Dortmund-Scharnhorstê bi destê hevjînê xwe hatibû kuştin; doh Çîman li goristana Êzîdiyan a Kolnê hat veşartin.

Ji bo xwedî li Çîmanê derkevin, gelek jin jî li merasîma cenaze ya li goristanê amade bûn û di dema merasîmê de dengê sloganan “Jin, jiyan, Azadî” jî hat bihîstin,

Du zarokên wê hebûn

Hevjînê wê, Nibras Huseyîn Cindî 30 Cotmehê bi kêran  Çîman Fetah qetil kiribû. Li pey Çîmanê zarokên bi navê Jones (3) û Jason (6) du zarok man. Meqamê ciwan û zarokan ê şaredariya Dusseldorfê zarok birin cem xwe

Daxuyaniya hevpar

Rêxistinên beşdarî merasîma cenaze bûyî, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kolnê daxuyaniyeke hevpar da. Yekîtiya YJK-E´yê, TAJÊ´ê, Nûnerên Jin ên FEDA´yê, CENÎ, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Yaşanaca Dunya, Tevgera Demokratîk a Jinan a Ewrûpa (ADKH), Yeni Kadın û Utamara daxuyanî bi hev re da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Elmanyayê hefteya bihurî 3 jin hatine qetilkirin ku agahiyên wan derbarê Çîma Fetah û Zozan Îlyas a 24 salî de heye ku mêrê wê yê berê ew qetil kiriye.

Rêxistinan bi bîr xist ku sala 2016’an mêran xwest 357 jinan bikujin û 149 jinan jî di encamê de jiyana xwe ji dest daye. Rêxistinan xwest kuştin û qetilkirin bi kêmkirina cezayan neyên teşwîqkirin û di dewamê de got; “Kî û ji ku êriş dike bila bike, em ê xwe û mafên xwe biparêzin. Em dibêjin, qetilkirina jinan siyasî ye û çareserî birêxistinbûna jinan e. Li Elmanyayê em jin, em ê xweparastina xwe li dijî qetlîamên li dijî jinan zêde bikin, rêxistina xwe xurt bikin û her bibin xewnereşka sîstema kapîtalîst.”