Cenazeyê Şehîda Xanesorê, Nazê Nayîf Qewal a ku doh di êrîşa komên çete yên PDK'ê ya li dijî meşa gel de cangorî bûbû, bi merasîmekê hat oxirkirin.

Di nav de rêveber û endamên saziyên Şengalê jî xelkê Şengalê cenazeyê Nazê Nayîf Qewal a 21 salî jiyana xwe ji dest dayî, ji nexweşxaneya Xanesorê girtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a li Gundê Kizilkent ve birin.

Cenaze li vir destpêkê birin mala malbata wê ya li ser Serdeştê ya li Çiyayê Şengalê û ji wir jî birin Goristana Şehîdan a li herêma Qendîl a bajarê Şengalê. Cenaze li vir bi merasîmekê hat definkirin. 


ŞENGAL