Şêniyên Kantona Kobanê ji bo oxirkirina Endamê Meclîsa Leşkerî ya Munbicê Feysel Ebû Leyla û şervanê QSD’ê Harûn Kobanê li ber Navenda Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn. Girseyê bi kerwanekî herdu cenaze ji ber navendê wergirt û berê xwe da Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termik. Li wir merasîmeke bi heybet ji bo oxirkirinê hat lidarxistin û xelkê herdu cenaze spartin axê.

Heyeta ji Başûrê Kurdistanê a bi seroketiya Berpirsê Ajansa Parastin û Zanyarî ya Herêma Kurdistanê Lahûr Şêx Cengî Talebanî jî tevlî merasimê bû.

Nûnerê Serokê DYA’yê Barack Obama, Brett McGûrk jî ji bo Fermandarê Tabûra Şems El-Şemal Ebû Leyla  peyamek weşand û got, duayên wî li gel Ebû Leyla ne ku li hemberî terorîstên DAIŞ’ê ji bo rizgarkirina Minbicê şer kir û jiyana xwe ji dest da.


Stêrka sor a têkoşîna Ebû Leyla

Endamê Desteya Rêveber a YNK’ê Mela Bextiyar ji ber şehîdbûna fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê, Feysel Ebû Leyla peyameke sersaxiyê weşand. Di peyama Mela Bextiyar de tê gotin: “Sed heyf û mixabin yek ji fermandarên pêşeng di berxwedana Kobanê û pêngava rizgarkirina Reqa û derdora wê de di dema pêngava rizgarkirina Minbicê de mixabin ji ber birîna gelekî giran ruxmî hewldanên bijîşkan jî canê xwe yê pîroz da Kurdistan û azadiyê.”

Mela Bextiyar behsa têkoşîn û pêşengiya Ebû Leyla jî kir û weha pêde çû: “Ebû Leyla di sengerên pêş ên xebatê de di erka xwe ya berxwedanê de bû yek ji fermandarên herî diyar ê neteweya Kurd. Di encamê de bi wî ruh û coşa Kurdayetiyê ya rêbaza şoreşgerî canê xwe feda kir. Têkoşîna wî ya bê rawestan di van çend salên dawî de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê nîşan da ku ew ji gelek generalên di cîhanê de serketî tir e."

Di dawiya peyama xwe de Mela Bextiyar wiha dibêje: “Di nava şervan, gerîla, pêşmerge û YPJ’iyan de bû Ebû Leylayek. Stêrka sor a xebat û têkoşîna wî wê heta hetayî şewqa xwe bide.” 


 KOBANÊ




Nameya Ebû Leyla ji Leylayê re


Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Fermandarê Tabûra Şems El-Şemal Feysel Ebu Leyla, beriya ku dest bi têkoşîna domdirêj a rûmetê bike, navê keça xwe li xwe dike û ji wê re nameyekê dinivîse. Ebu Leyla ji keça xwe re dibêje “Tu dê bi bavê xwe serbilind bî.” NAmeya wî bi vî rengî ye:


Ji Leylaya delal re,

Wezîfeya me parastina te û zarokên wekî te ye. Em ji bo ku li ser vê bingehê şer bikin, li ser vê rêyê ne. Ez hêvî dikim ku dema hûn mezin bûn, bi fikra “bav û bapîrên me ji bo me qet tiştek nekiriye” me sûcdar nekin.

Ez ê ji bo te û zarokên wekî te şer bikim. Ji bo ku zarokên van xakan di siberojeke xweştir û azad de bijîn, em singa xwe didin ber hemû tehlûkeyan.

Heta ku welatê me yê ezîz Sûriye bi temamî rizgar dibe, em ê şoreşê bidomînin.

Min gelekî bêriya te kiriye!

Leyla; şêrîna min, bawer bike şehîd an jî zindî di kîjan rewşê de bim bila bibim, tu dê her tim bi bavê xwe serbilind bî.

Te maçî dikim

Bavê te Ebû Leyla, Kobanê