Ev gel êdî dikare axa xwe biparêze
Fermandar Kelar anî ziman ku wan fermana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih anîye, wezîfeya xwe temam kiriye û wiha dewam kir: „Me karîbû vî gelî ji nava lepên komkujiyê derxînin. Gelê me xwe gihandiye wê astê ku êdî gelek saziyên xwe ava kirine. Saziyên wan ên siyasî û civakî gihîştine asta ku têra wan dikin. Ev gel êdî dikare axa xwe biparêze û xwe bi rê ve bibe. Ya ku ji bo vê civakê pêwîst bû, ev bû. Gelê me xwedî li hevalan derket û her tim weke zarokên xwe dît. Çawa ku hevalên me xwedî li vî gelî derket, gelê me jî xwedî li hevalan derket.
Em şehîdên xwe emanetî gelê xwe dikin
Em niha li şehîdgehê ne. Li vê derê bi sedan şehîdên me radizên. Ji bo parastina vê civakê û azadkirina gelê xwe bi sedan gerîlayên me canê xwe feda kirin. Em niha li vê derê hevalan bi bîr tînin. Em şehîdên xwe emanetî gelê xwe dikin. Bi rengekî serbilind em niha li pêşberî şehîd û gelê xwe ne. Em kêfxweş in ji ber ku gelê me gihîştiye asta ku karibe xwe biparêze û bi rê ve bibe. Ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bi xurtî bidome. Em pê bawer in ku gelê me wê li dijî çeteyên hov ên AKP û DAIŞ‘ê karibe xwe biparêze. Gelê me gihîştiye wê astê ku van çeteyan biqedîne. Ji niha û pê ve moralê me bilind e. Çûyina gerîla ya ji vir, wê ji bo gelê me bibe hêzek.“
Al radestî me kirin
Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Huseyîn Hecî piştre axivî û got, „Gerîla bi rengekî hêja û serketî wezîfeya xwe bi cih anî û ev wezîfe niha radestî Meclîsê û hêzên parastinê kir. Ji bo careke din ferman ranebin al radestî me kirin. Bi têgihiştina wan, em ê jî vê alê timî li ba bikin. Hebûna saziyên heyî û YBŞ/YJŞ´ê ku hêzên xweparastinê ne, bi saya wan e. Her şehîdê ku wan di vê oxirê de da, ewladên vî gelî ne û ji xwîna me jî hêjatir in. Bi saya wan, em îro li vir in û em ji wan re dibêjin, ev şehîd parçeyek ji me ne.“
Bi saya wan em bi serbilindî dimeşin
Endama TAJÊ, Xoxê Cîndî jî diyar kir ku ew ê timî bi minetdarî gerîla bi bîr bînin û got, „Çûyina gerîla me diêşîne, lê belê bi saya wan em bi serbilindî dimeşin. Ji ber ku ew mîna ewladên me bûn. Her tişta xwe di ber me de feda kirin, bi sedan şehîd dan. Bila xeman nexwin, em dayik û bavê van şehîdan e. Bila zanibin, Êzîdî wê ti carî we ji bîr nekin û her tim cihê we li gel me hebe.“
Piştî merasîmê gerîla bi konvoyeke dirêj bi rê ketin û li her cihê jê derbas bûn, bi rengekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Bi sedan kesên ku nexwestin gerîla biçin wextekê konvoy sekinandin. Piştre heta bi cihekî bi gerîla re çûn û gerîla ber bi çiyayên azad ve bi rê kirin.
ANF / ŞENGAL Oxira we ya xêrê be
Hebûna saziyên heyî û YBŞ/YJŞ´ê ku hêzên xweparastinê ne, bi saya wan e. Her şehîdê ku wan di vê oxirê de da, ewladên vî gelî ne û ji xwîna me jî hêjatir in. Bi saya wan, em îro li vir in û em ji wan re dibêjin, ev şehîd parçeyek ji me ne.
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li Şengalê, doh bi merasîmeke bi heybet xatir ji gelê Şengalê xwestin û ji herêmê çûn.
Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku 3’ê Tebaxa 2014’an bi hawara civaka Êzîdî ve hatin Şengalê, di nava çar salan de gel parastin û kirin ku civaka Êzîdî bibe xwedî hêzeke siyasî. KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku gerîlayan bi rengekî serketî erk û wezîfeya xwe bi cih anîye û ji ber ku civaka Êzîdî êdî dikare xwe bi xwe biparêze, gerîla dikarin bi dilrehetî vegerin qadên xwe.
Xatir ji gel xwestin
Beriya niha hin komên ji hêzên gerîla ji Şengalê derketibûn. Koma dawî jî doh li Çiyayê Şengalê bi merasîmeke bi heybet xatir ji gel xwest û bi rê ket. Gelê Şengalê ji dil û bi bextewarî gerîla bi rê kir.
Wezîfeya sereke parastina vî gelî ye
Fermandarê HPG’ê yê Şengalê Egîd Kelar li merasîmê axivî û destnîşan kir ku gerîla heta niha bûye parçeyek ji têkoşîna mezin a li Şengalê û ji niha û pê ve jî wezîfeya wan a sereke wê parastina vî gelî be. Kelar diyar kir ku bi dilekî rehet ê ku wezîfeya xwe ya parastina jiyana mirovan bi cih aniye, ew vedigerin qadên xwe, yanî vedigerin çiyayên azad.
Dilê me rehet e
Kelar got, „Em îro li Çiyayê Şengalê li hizûra şehîdên xwe merasîmekê dikin û koma xwe ya dawî ya gerîlayên HPG û YJA Starê ji Şengalê derdixînin. Dema ku em bi hevalên xwe re ji bo parastina Şengalê hatin vir, armanca me ya destpêkê parastina civaka Êzîdî û gelê herêmê bû. Gerîlayên me bi rengekî bê kêmasî ev wezîfeya xwe bi cih anîn. Civaka Êzîdî qedîm û bi rûmet e. Ji ber vê yekê parastina vê civakê wezîfe û şerefa me ye. Dilê me rehet e ji ber ku me ev wezîfeya xwe bi cih anîye.“
Oxira we ya xêrê be
Hebûna saziyên heyî û YBŞ/YJŞ´ê ku hêzên xweparastinê ne, bi saya wan e. Her şehîdê ku wan di vê oxirê de da, ewladên vî gelî ne û ji xwîna me jî hêjatir in. Bi saya wan, em îro li vir in û em ji wan re dibêjin, ev şehîd parçeyek ji me ne.
Ev gel êdî dikare axa xwe biparêze
Fermandar Kelar anî ziman ku wan fermana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih anîye, wezîfeya xwe temam kiriye û wiha dewam kir: „Me karîbû vî gelî ji nava lepên komkujiyê derxînin. Gelê me xwe gihandiye wê astê ku êdî gelek saziyên xwe ava kirine. Saziyên wan ên siyasî û civakî gihîştine asta ku têra wan dikin. Ev gel êdî dikare axa xwe biparêze û xwe bi rê ve bibe. Ya ku ji bo vê civakê pêwîst bû, ev bû. Gelê me xwedî li hevalan derket û her tim weke zarokên xwe dît. Çawa ku hevalên me xwedî li vî gelî derket, gelê me jî xwedî li hevalan derket.
Em şehîdên xwe emanetî gelê xwe dikin
Em niha li şehîdgehê ne. Li vê derê bi sedan şehîdên me radizên. Ji bo parastina vê civakê û azadkirina gelê xwe bi sedan gerîlayên me canê xwe feda kirin. Em niha li vê derê hevalan bi bîr tînin. Em şehîdên xwe emanetî gelê xwe dikin. Bi rengekî serbilind em niha li pêşberî şehîd û gelê xwe ne. Em kêfxweş in ji ber ku gelê me gihîştiye asta ku karibe xwe biparêze û bi rê ve bibe. Ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bi xurtî bidome. Em pê bawer in ku gelê me wê li dijî çeteyên hov ên AKP û DAIŞ‘ê karibe xwe biparêze. Gelê me gihîştiye wê astê ku van çeteyan biqedîne. Ji niha û pê ve moralê me bilind e. Çûyina gerîla ya ji vir, wê ji bo gelê me bibe hêzek.“
Al radestî me kirin
Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Huseyîn Hecî piştre axivî û got, „Gerîla bi rengekî hêja û serketî wezîfeya xwe bi cih anî û ev wezîfe niha radestî Meclîsê û hêzên parastinê kir. Ji bo careke din ferman ranebin al radestî me kirin. Bi têgihiştina wan, em ê jî vê alê timî li ba bikin. Hebûna saziyên heyî û YBŞ/YJŞ´ê ku hêzên xweparastinê ne, bi saya wan e. Her şehîdê ku wan di vê oxirê de da, ewladên vî gelî ne û ji xwîna me jî hêjatir in. Bi saya wan, em îro li vir in û em ji wan re dibêjin, ev şehîd parçeyek ji me ne.“
Bi saya wan em bi serbilindî dimeşin
Endama TAJÊ, Xoxê Cîndî jî diyar kir ku ew ê timî bi minetdarî gerîla bi bîr bînin û got, „Çûyina gerîla me diêşîne, lê belê bi saya wan em bi serbilindî dimeşin. Ji ber ku ew mîna ewladên me bûn. Her tişta xwe di ber me de feda kirin, bi sedan şehîd dan. Bila xeman nexwin, em dayik û bavê van şehîdan e. Bila zanibin, Êzîdî wê ti carî we ji bîr nekin û her tim cihê we li gel me hebe.“
Piştî merasîmê gerîla bi konvoyeke dirêj bi rê ketin û li her cihê jê derbas bûn, bi rengekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Bi sedan kesên ku nexwestin gerîla biçin wextekê konvoy sekinandin. Piştre heta bi cihekî bi gerîla re çûn û gerîla ber bi çiyayên azad ve bi rê kirin.
ANF / ŞENGAL