Gezgincî anî ziman ku hêzên dewletê birayê wî qetil kiriye û ew dê çanda wî berdewam bike. Gezgîncî, li her derê strana "Kine em" ku Hemîdo bi vê stranê dihat naskirin distrrê.
Hunermed Hemîdo (Hamît Gezgîncî) di sala 1954'an de li Qoserê ji dayik bû li piştî di salên 1984'an de li dawetan dest bi stran û klaman kir bi navê "Ozan Hamido" hate naskirin. Hozan Hemîdo bi tembûr û awazên xwe di nava gelê Qoserê û herêmê de nav berda. Hemîdo ku bû 15 salî li hemberî ferasta jiyana feodal bû xwedî helwest û di serdema ku Kurdî qedexe bû bi deng û debûra xwe dest bi stranan kir. Di sala 1972'an de ji ber bi Kurdî stran gotin hate binçavkirin. 2 mehan li Girtîgeha Qoserê girtî ma. Piştî serbest hate berdan di darbeya leşkerî ya 1980'an de bi îdîaya "alîkarî û piştgirî daye PKK'ê" li Qoserê hate binçavkirin hefteyekî li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ma. Pişt re şandin Girtigeha Tîpa E ya Amedê. Hemîdo li Amedê jî 4.5 salan girtî ma.

'Ji koka melkezê tembûr çêkir'

Hozan Hemîdo li girtîgehê ji tenekeya helawê û darê melkezê tembûr çêkir û li girtîgehê huneriya xwe berdewam kir. hewl da ji bo hevalê xwe yê girtî bibe moral. Berxwedana Hozan Hemîdo ji bo Serbaz Esat Oktay Yildiran jî bû xewnên şevan. Ji be ku Hamido li qoguşê li tebûrê dida, gardiyan, leşker û Esat Yildiran bi ser qaxuyê de girtin. Hamido berî serdegirtinê tembûra xwe perçeyên wê ji hev vekir û neda dest. Li hemberî vê rewşê Esat Oktay Yildiran ket rewşek pir xerab. Hamido, piştî serbest hate berdan hunera xwe û tembûra xwe pêşdetir xist. Li ser PKK'ê hûr bû û xwe pêş xist.
Hamîdo, piştî serbest hate berdan li ser PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helbest gotin. Hemîdo bi tembûr, awaz û helbestên xwe di dilê gelê Qoserê de cih girt. Bi taybetî bi starên "Derkeve ji nav welatê me", "Hebs û zindan", "Şeva tarî", "Nesebiye ez bêm" û "Lori" nivîsand û evînek mezin di dilê gel de pêş xist.

Bi lêdanê hate qetilkirin

Hemîdo bi taybetî bi strana "Kine em" di her dawetê de girse radikir ser piyan û dikir qada serhildanê. Hemîdo di sala 1992'an de rastî êrişa kontrgerilla û hêzên dewletê hat û îşkence lê hate kirin. Hamido ku di êrîşê de birîndar bû dîsa bi birîndariya xwe dest bi stranên xwe kir. Gelek caran ji ber bi Kurdî stra rastî gefan û lêdanê hat. Gelek caran rastî gefa 'Vir terk bike' hat. Lê Hemîdo jî ani ziman ku kuştina li welat ji bo wî şeref e û Qoser terk nekir. Hemido di 27'ê Îlona 1992'ane li bin pira Dunaystir a taxa Yenî ya Qoserê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin.
Birayê Hemîdo Ozan Îbrahîm Gezîcî ku di sala 1992'an de li Mêrdînê di Rêveberiya DEP'a Mêrdînê de cih digirt, piştî Hemîdo hate qetilkirin peyvira birayê xwe danî ser xwe û hunera wî berdewam kir. Îbrahim Gezgincî, jî bi îdîyaa "Alîkarî daye PKK'ê " hate girtin. 8.5 mehan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ma. Gezgîncî di cotmeha sala 1993'an de ji ber zextên dewletê ji Qoserê Koçî Îzmirê kir. Gezgîncî ku li navçeya Torbali ya Îzmîrê bi cih bû niha kevneşopî riya birayê xwe bedewam dike. Îbrahim Gezgincî, diyar kir ku ew dixwaze rêça birayê xwe berdewam bike.
Gezgîncî, anî ziman ku ji bo ve doza xwe ji Qoserê koçî Torbaliya Îzmirê bûne û encama wê mirin be jî dê doza xwe û starên birayê xwe Hozan Hemîdo ya 'Kine em' berdewam bike.
Gezgîncî, starên ji bo Ugur Kaymaz û birayê xwe Hamido nivîsandine dê di rojên pêş de biweşine. 

DÎHA/MERDÎN