Têkildarî mijarê li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn jî resepsiyonek (şahiyek) hate lidarxistin û ji wir jî weşana zindî hate kirin. Di resepsiyonê de Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak, Firat Anli, xebatkarên çapemeniya azad û gelek kesên din jî amade bûn.Di bernameya resepsiyonê de wêneyê xebatkarê çapemeniya azad Metin Dursun ku di qezaya trafîkê de birîndar bûbû û duh jiyana xwe ji dest da hat daliqandin.

Bernameya televîzyonê bi zimanê kurdî û tirkî, dest pê kir, lê hate gotin ku dê bi zimanên din ên herêmî jî weşan bê kirin. Her wiha gelek bernameyên rengîn yên aborî, tenduristî, jin, civak, çand û gelek mijarên dewlemend weşana tv’yê dom bike.

Frekansa Ozgur Gun TV wiha ye: frekansa 11794’an, Orana Sinyal a 27500 û Palorizasyon. 


 AMED