Di rêûresma bîranîna gerîlayan de li gel malbata Engîn Ozûn (Ozgûr Brûsk) malbatên şehîdan, siyasetmedarên Kurd jî di nav de qederê 250 kesî beşdar bûn.

Apê Engîn Ozûn ê di 14 ê Hezîranê de li herêma Çewlikê di encama şerekî li dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dayî, Remzî Ozûn di merasîma bibîranîna gerîlayan de axivî. Ozûn diyar kir ku Engîn Ozûn şehîdê yekê yê malbatê ye û ew bi wî şanaz û serbilind in. Ap Remzî Ozûn weha axivî: “Ya dikeve ser milê me ev e ku em layiqê rûmeta wan û şopdarê doza wan bin.” Remzî Ozûn bi berdewamî got, gerîla Osman Bîlen (Baz Hanîfî) jî di heman deman de li Gîresunê di encama şerekî de jiyana xwe ji dest daye û ew wî jî wek hevalekî Engîn Ozûn û birayekî xwe dibînin. 


Girîngiya parastina rewa

Di bîranîna gerîlayên HPG ê de herwisa meleyê mizgefta Mezopotamya Mele Mehdî jî li ser wate û girîngiya şehadetê axivî. Mele Mehdî da xuyakirin ku “Ev fermana Xwedê ye, kesê di parastina rewa ya, mal, can, malbat û welatê xwe de jiyana xwe gorî bike, ew şehîd e. Ev gêncên me jî ji bo doza welat û parastina namûsa milet li ber xwe didin, ew jî şehîdên pîroz in.”

Rêûresma bîranînê li dû xwarina xêrê bi dawî bû.



YEKO ARDIL/BERLIN