Şandeyek li ser navê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) bi wesileya cejna Çarşema Sor çû serdana kampa Aştî ya li bajaroka Erbet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê. Şandê hinek pêdiviyên ji bo cejna Çarşema Sor li xelkê Êzîdî yê kampa Aştî belav kir.

Roja gerdûn hatiye avakirin

Çarşema Serê Nîsanê, cejna Êzdiyan a herî naskirî ye. Her sal, di yekemîn Çarşema meha Nîsanê ya li gorî salnameya kevin de tê pîrozkirin. Li gorî baweriya Êzdiyan, Xweda her sal melekekî rê dike ser rûyê erdê ku nebaşiyan ji nav insanan rake û başiyê belav bike. Li gorî baweriya Êzdayetiyê di Çarşema serê Nîsanê de gerdûn hatiya avakirin.

Kulîlkên sor berhev dikin

Her wiha serê sibê, welatî berê xwe didin çolê, kulîlkên sor berhev dikin û dibin malê li gel qalikên hêkan bi deriyê malê ve dikin. Wateya vê yekê jî ew e ku ji her êrişê bên parastin. Her wiha di roja cejnê de qalikên hêkê li nava dexil û dan tê belavkirin ku Xwedê bereketê bixe navê. Dîsa roja cejnê welatî diçin ser goristanan û cihên pîroz. Li goristan û cihên pîroz xwarinê belav dikin. Di roja cejnê de nabe ku kes biçe ser karê xwe. n ROJNEWS/ERBET