NEDÎMA ŞEMO
ROJNEWS/ŞENGAL
Partiya Demokrasî û Azadiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) li bajarokê Xanesorê bi beşdariya endamên sazî û rêxistinên Şengalê, têkildarî encama hilbijartinên parlamena Iraqê, civînek li dar xist.
Serokê PADÊ, Emer Selih li ser encamên hilbijartina Parlamena Iraqê axivî û got; “Heger em îro di hilbijartinên parlamena Iraqê de bi ser neketibin, ev jî nayê wê wateyê ku em ê kar û xebatên xwe rawestînin. Em ê karê xwe dewam bikin û hêviya xwe bi dawî nekin. Her tişta ji destê me were, em ê heta dawiyê ji bo gelê xwe bikin. Êzîdî gihan astekê ku karibin dost û dijminê xwe ji hev derxin. Xwe bi rêxistin bikin. Weke gelê Êzîdî, pêwîst e em xwedî li keda şehîdan derkevin. Keda civaka Êzîdî biçûk nebînin.”
Di dawiya axaftina xwe de Emer Selih diyar kir ku ew sozê didin şehîd û tevahiya gelê xwe yê Êzîdî ku têkoşîna xwe xurttir bikin.