29’ê Kanûna 2018’an, pêkhateyên Şengalê û nûnerên aliyên siyasî yên Şengalê meclîseke demkî ava kir. Polîtburoya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) bi daxuyaniyekê avakirina vê meclîsê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin; “Fermana 3´ê Tebaxa 2014’an ji ber ku em ne xwedî hêz û îrade bûn, pêk hat. Ji vê rojê û vir ve civaka me birêxistina xwe li her warî xurt kir. Di 29’ê Kanûna 2018’an de avakirina meclîsa Şengalê hate îlankirin. Meclîsa Şengalê nûnertiya hemû netewe û mezheban, bêyî cudahî dike. Herwiha em pîrozbahiyê li tevahî endamên meclîsê dikin û ji wan serketinê hêvî dikin.”
Di 29’ê Kanûna 2018’an de li Şengalê Meclîsa Demkî hate ragihandin. Meclîs ji qaymeqamê nû, serokê meclîsê û 23 endaman pêk hat.
ŞENGAL