Koordînasyona Partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK’ê ji bo salvegera şehîdbûna Sema Yuce daxuyaniyek nivîskî weşand.
PAJK’ê di şexsê Sema Yuce de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got: “Weke tê zanîn qehremaniya hevrê Zîlan û Sema li dijî êrişên herî bi bandor pêk hatin. Bê şik û guman meşa azadiyê bi pêşengtiya Sema Yuceyan, Zîlanan, Bêrîtanan, Gulanan û Armancan ên bûne sembol, ji bo tevgera azadiya jinê bûye xeta wateyê. Ji bo vê 21’emîn salvegera şehîdbûna şehîda azadiya mezin Şehîd Sema Yuce bi minet bi bîr tînin, meşaleya ku pêxistî û dayî destê me, heta jiyaneke azad û welatekî azad em danaynin. Carekî din didin diyarkirin ku ji bo bibin hevrê Sema Yuce û li ser xeta Rêber Apo bigihêjin serketinê, faşîzmê hilweşînin û welatê xwe azad bikin li her qadê di bin her şert û mercan de em ê têkoşînê bidomînin.
Di daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê de ev xisûs derketin pêş: “Di roja me ya îro de em di pêvajoyek nû ya dîrokî re derbas dibin. Her çendî êrişên dîrokî bişibin hev, armancên wan yek bin û kûr bin jî, qehremaniyên dîrokî jî ewqasî dişibin hev, kûrbûna wê û armancên wê derdixin holê.
Jiyanê bi azadiyê tacîdar bikin
Perspektîfa netewa demokratîk a bihara gelan a xeyala esasî û daxwaza Rêbertiya me bû, bi praktîkê derketa holê. Semayan rêya wê vekirin, ji bo pêkhatina vê xeyalê canê xwe kirin meşale û tarî ronî kirin. Hevrê Sema dema çalakiya xwe pêk anîbû bi nameyekê ev gotibû; ‘Di şer de SERKETIN, di jiyanê de jî AZADÎ’, nebe di kesayetiya Rêber Apo de ne rastiya Kurd û ne jî jinê nikare bigihêje serketinê. Ji bo vê divê ev şer bigihêje serketinê û jiyan bi azadiyê tacîdar bibe.
Parastina Xakurkê erk e
PAJK´ê di dewama daxuyaniyê de balkişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got:”Dewleta Tirk ji bo bêbandorkirina tevgera azadiyê, bêrolhiştina jinê û gelê Kurd tişta ji destê wê tê dike. Niha jî weke tê zanîn pîlana dagirkeriyê ya bi Efrînê destpê kir li Xakûrkê didome. Divê hemû jin, ciwan û kesên li dijî faşîzmê bizanin ku bêdengiya li dijî vê pîlana qirker û dagirkeriyê hevkariya wê ye. Parastina Xakurkê ku weke kelha berxwedanê ya Sema Yuceyan, Gulnaz Karataş-Bêrîtanan ku li dijî xiyanetê li ber xwe dan û hem di oxira wê de bi hezaran canên me dane, erkekê didin ser milê me. Li ser vî bingehî azadiya Rêbertiya me, parastina welatê me bi mîsogerî bi pêşengiya jinan mumkun e. Ji ber ku Sema Yuce bi vê armancê têkoşiya û xwe feda kir.
Em carek din diyar dikin ku em ê salvegera şehîdbûnê bi ruhê pêngavê û çalakiyên mezin di vê pêvajoyê de pêşwazî bikin, di serî de pîlana dagirkirina Kurdistanê ya dewleta Tirk têk bibin, weke hevrêyên Sema Yuce em ê Rêbertiya xwe azad bikin û ji jin û ciwanan hemûyan re bi ruhê serketftinê pêşengtî bikin. Li ser vî bingehî em bang li jinan, ciwanan, sosyalîstan hemûyan dikin ku li dijî faşîzmê têkoşîna neteweya demokratîk geştir bikin.”
ANF/BEHDÎNAN