
Serbay Koklu yek ji parêzerên Baroya Enqerê ye û ji endamên çalak ên Ozgur Hukukçular Dernegi (Komeleya Parêzerên Azad) e. Demeke dirêj e ew parêzeriya dozan dike û di doza KCK´ê de jî yek ji parêzeran e. Li ser "Pakêta Ewlekariya Hundir" a hikûmeta AKP´ê Koklu ji me re peyivî.
Ev pakêta qaşo ewlekariyê, di warê binpêkirina mafê mirovan û standartên gerdûnî yê hiqûqû ve çi îifade dike?
Guhertin û sererastkirinên ku di pêvajoya ahenga bi qanûnên Yekîtiya Ewrûpayê re hatin çespandin, bi kêmasî û şasiyên xwe li standartên hiqûqî yeên gerdûnî hatibûn anîn; ev qanûn ji binî ve dijberê van guhertin û sererastkirinan e. Ya rastî bi guhertinên sala 2004 û 2007´an ev sererastkirin hatin kesixandin û niha bi vê qanûnê vê kesixandin bi pêşvetir dibin. Bi qanûnên ahenga bi Yekîtiya Ewrûpayê re, dewleta Tirk dev ji hin pêkanînan berdabû. Niha dixwaze ji nû ve li berê vegere, pêkanînên sarbeya eskerî ya 12´ê Îlonê nexasim jî li Kurdistanê lê herweha Tirkiyeyê jî wê tesîrê wê hebin. Ev qanûn sazûmanîkirina qirkirina siyasî ye di zemînekî jor, li ser zemînekî qanûnî û rêxistinkirî ye.
Gelo ev pakêt bi tenê elaqedarî erka polêsan e?
Ev ne elaqedarî erka polês e, aliyê meselê yê qanûnî heye, aliyê wê yê siyasî heye. Jixwe polês herî zêde pêk tîne. Ango polês li gorî erka mirov didiyê wezîfê dike. Erkên ku berê ji dest polês hatine girtin, mirov ddikare lê vegerîne. Lê belê li vir ya esas peywendeke siyasî û hiqûqî heye. Dema ku pêvajoya çareseriya demokratîk di rojevê de ye, bi awayekî em ne li bendê - ya rastî em li bendê bûn, lewma AKP´ê hin nîşanên vê di xwe didan der, siyasetên ewlekariyê zêde dikirin, zext zêde dikir - ji 2009´an heta 2014´an bêhtirî 40 hezar mirovî kirin bin çavan, bêhtirî 10 hezar mirovî girtine, halê hazir qederê 5 hezar siyasetvanên me hene. Me bi xwe nexasim di navbera 2012 û 2014´an de nexasim piştî şerê gel ê topyekun û banga birêz Ocalan, me hêvî dikir hikûmeta AKP´ê hin gavan paşve biavêje. Lê belê di nava vê pêvajoya salekê de, AKP´ê amadekarî kirn ji bo ku vê siyaseta zextê bi cih bike û xwe jî bixe nava rewşa ewlkariyê de, pêşnûmaqanûnek amade kir.
Ango ev pêşnûmaqanûn dike ku hikûmet bêhtir otorêter be, û weke amûreke tepisandina mixalefeta civakî û siyasî hikûmet wê bi kar bîne?
Bêguman, li vir armanc bêdengkirin û astengkirina mixalefetê ye. Dixwaze her rengê tehlûkeyê ji bo xwe hê ji serî ve sînordar bike. Mesela qanûna civîn û meşan a hejmara 2911´an li Tirkiyê bi halê xwe yê heyî dij-demokratîk e. Niha AKP gavekê diavêje ku vê qanûna ku berhema rejîma eskerî ya darbeya eskerî ya 12´ê Îlonê ye, bêhtir dij-demokratîk bike. Dixwaze vê bixe nav Qanûna Mihakemeyên Ceza, û tevlîbûna civîn û meşand dike bahaneya girtinê. Pê re jî bêyî ku ji dozger yan jî dadger destûrê bixwaze, erkê dide polês ku keseke/î tevlî civîn û meşê bûyî bike bin çavan de. Kontrola dadger û dozger betal dike, erka binçavkirinê dide polês, û dema derdikeve pêşberî dadger jî bi 100. guhertina di Qanûna Mihakemeyên Ceza de erka girtinê dide dadger. Jixwe ev qanûneke ku dike kesek nikaribe xwe îfade bike, çalakiyan bike.
Li Cizîrê zarokeke 12 salî ji aliyê polês ve hat qetilkirin, wekî din jî li Kurdistanê bêyî vê qanûnê jî terora polês û dewletê dewam dikir, tesîra vê qanûnê wê li Tirkiyeyê çi be?
Li Tirkiyê pêvajoyeke Geziyê qewimî. Di nava demeke kurt de bi sedan mirov hatin binçavkirin, bi dehan hatin girtin û nîzî deh kesî jî bi awayekî bêpirs û lêpirsîn hatin kuştin. Lê belê di 6,7 û 8´ê Îlonê de di dema serhildanên ji bo Kobanê de tirsek li AKP´ê peyda bû ku nikarîbû bi rê ve bibe. Hîmê tevahiya siyasetên tepeserkirinê tirs e. Rejîmên cesareta wan nîne ji bo xwe demokratîk bikin gava biavêjin, hingê rêya tepisandinê tercîh dikin. Ji serhildanên 6-8 Îlonê ve hikûmeta AKP´ê bi rengekî ku berê pirr kên hatiye dîtin, qederê 3 hezar kesî bin çav kirin, nêzî hezar kesî girtin. Ev ne hejmareke asayî ye. Di navê de zarokekî 12 salî bi dehan mirov hatin qetilkirin. Ev siyaset di warê ewlekariyê de hem di qonaxa pratîk de û hem jî ya qanûnî de nîşana amadekariyekê bûn. Lê belê hikûmeta AKP´ê di nava xwe de minaqaşe dikir ka dikare bi rê ve bibe yan na. Dixwest bibîne dikare vê zextê, vê zilma siyasî heta bi ku bibe, civaka Kurd heta bi kîjan radeyê dikare xwe bigire. Niha bi pakêteke ewlekariyê dixwaze bi renegekî mayînde vê zextê û zilmê sayûman bike.
Herçî pêvanên me yên hiqûqî ne, ew navneteweyî ne, lê herçî qanûn e, dikare ne elaqedarî hiqûqê be. Ango dibe ku ne li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî be. Li vir hikûmeta AKP´ê pê hest dike ka çawa yên beriya min Kenan Evren, hikûmetên zextkker ên dewleta Tirk çawa bi rê ve dibirin, ez jî dikarim bi rê ve bibim. Ya ku niha dike, heta ku mumkin e, teng bike, asteng bike, heta bi wê radeyê ku bike mirov nikaribe xwe îfade bike.
Ji bo qetilkirina kesekî êdî şetellastîk jî wê bibe bahane
Li aliyekî hin amûran dixe qategoriya sîlehan, cezayên li dijî van amûrên weke sîleh tên dîtin tên zêdekirin, pê re jî erkê dide polêsan ku kesekî bi amûreke dikare birîndar bike êrîşê dike jî bêtesîr bike. Li Kurdistanê bêtesîrkirin qetilkirin e. Me berê
di mijara Ugur Kaymaz de dîtibû, kalaşnîkofek danîbûn cem cenazeyê wî. Bi vê qanûnê re êdî dikarin çetel lastîkekî deynin ber cenaze, di warê hiqûqî de ev têrker e ji bo bêpirs qetilkirinê.
Gelo mixalefeteke derveyî parlemanê bi pêşket li dijî vê qanûnê, divê hiqûqzan çi bikin?
Ne bi tenê hiqûqzan, tevî wan hêzên demokrasiyê, rêxistinên kedê, odeyên pîşeyî, rêxistinên mafê mirovan bi tenê daxuyanî dan. Lê belê em pê dizanin ku AKP daxuyaniyan qet li ber çavan nagire. Bi çalakiyên tesîrkar ku wê mijarê bixin rojeva milet, mirov dikare bike ku AKP paş ve gavê biavêje, yan jî hestiyariyekê biafirîne. Di serî de hiqûqzan, tevahiya saziyên demokratîk ev mijar tîra xwe cidî nehat girtin, HDP jî di nava vê de ye. Gotin çawa be em ê di hilbijartinan de bi ser kevin û AKP´ê sînordar bikin. Ev jî bû asteng li pêşiya pêkanîna mixalefeteke civakî. Bi tenê van herdu-sê hefteyên dawiyê li Tirkiye û Kurdistanê baro û komeleyên hiqûqzanan çalakiyan bi rêxistin dikin. Hêvîdar im ku em dereng nemabin.
LUQMAN GULDIVÊ