MAHMUT SEVEN FRANKFURT Hikûmeta federal di civîna xwe ya kabîneyê de 3ʼê Hezîrana 2020ʼan pêk anî, gihaşt wê encamê; ji bo bipêşketina aborî bi navê “li ber encamên koronayê rabin, tişta heyî ewle bikin, vîna ji bo paşerojê xurt bikin” pakêtek 130 mîlyar euroyî mezin, eşkere kir. Di pakêta bipêşxistina aboriyê de piştgiriya ji bo şaredariyan, peredana ji bo malbatan û bipêşxistina teknolojiyên paşerojê, heye. Wekî din hin ji xalên di pakêtê de ev in: * Kêmkirina Bacê: Ji 1ʼê Tîrmehê heya 31ʼê Kanûna 2020an, rêjeya baca li ser nirxê zêdekirî ji sedî 19´ê dadikeve ji sedî 16ʼan ȗ ji sedî 7´ê jî dadikeve ji sedî 5´an. * Alîkarîya ji bo malbatan: Serê zarokê wê 300 euroyî bidin. * Ji bo budceya şaredariyan: Hikûmeta federal para xwe ya lêçûnan ji bo bicihkirina hewcedaran, zêde dike, nîvê zerarê dide baca karsaziya herêmî û ev yek veguheztina giştî ya herêmî û sektora tenduristiyê xurt dike. * Di lêçûnên elektrîkê de: Ji 2021´ê û pê ve, zêdekirina EEG´ê yanî baca ji bo fînansekirina enerjiya paqij, bi peredana ji budceya federal, tê kêmkirin. * Pakêta siberojê: 50 milyar euro dikeve nav pakêteke siberojê, di nav de fona lêkolîna bacê ya ji bo geşepêdana hejmartina qanûnî û îstîxbaratê jî heye. Di vê pakêtê de zêdebûna bikaranîna enerjiya hîdrolîzê û munasibkirina buhayê ji bo wesayîtên elektrîkê jî hene ( sere wesayîtê 6000 euro pirîm wê bê dayîn). Koalîsyona CDU/CSU û SPD´ê niha hikûmeta federal bi rê ve dibin. Yanî muhafezekar ȗ sosyal demokrat hikûmet in. Ji ber vê jî li ser vê paketê herdu aliyên hikûmetê gelek caran bi hev re rûniştin û goftûgo kirin.