Di encama tevdîrên ji bo pêşgirtina li belavbûna bi lez a vîrusa korona de li Elmanyayê dibistan ketin betlaneyê, şano, sînema hatin girtin, tevî otel, bar û kafeyan. Elmanyayê ji bo kêmkirina tesîrên vê yekê li aboriyê, hin paket hazir kirin; lê bi van pakêtan alîkariya bi milyaran euroyî wê bidin şirketên mezin lê herçî dikandar in û kesên di karên ne ewle de ne, wê nikaribin bi rastî ti alîkariyê wergirin. Yanî wisa bûye ku ev pakêt ji nû ve cudakeriya çînên civakî li ber çavan raxist.
Ji kovara Klassegegenklasse de xwendekarekî behsa serpêhatiya xwe kiriye: “Li şirketeke gastronomiyê min karê ´Mini job (mehane kêmtirî 450 euroyî bi dest dixe)´ dikir. Bi qedexeyan re şirketê dawî li karê min anî. Ev çar sal in ez li vê şirketê kar dikim, tevî ku ez ji rûyên tê nasîn ê şirketê me hema wisa dawî li karê min anî, ceynikên min ji ber vê diarin. Malbata min jî nikare alîkariyê bi min re bike- Ew karker in û pereyên wan bi zor têra wan dikin. Koronayê li vî welatî cudatiyên çînan eşkere li ber çavan raxistin.”
Li çara serê xwe binihêre
Dê yan jî bavên bi tena serê xwe li zarokan dinihêrin û kar dikin jî di rewşeke ne baş de ne. Yek ji wan dibêje, “Hevala min a kar li ser maseya xwe digiriya, ji ber ku du zarokên wê yên piçûk hebûn, lê kesî wê ku li wan binihêre nebû. Û patronê me jê re got, ev pirsgirêka te ye.”
Bi vîrûsa korona re ew kesên bi kêm pereyan serbest kar dikin jî gelekî êşiyan- Ev koma ku dahata wê kêm e, ji ber ku daneheva wê jî zêde nîne, tehlûke heye ku nikaribe kiriya xwe jî bide.
Ji ber rexneyan pakêt guherîn
Hikûmeta federal a Elman pêşî paketeke alîkariya şirketên mezin û bankeyan ragihand. Li ser rexneyan vê carê pakêteke 50 milyar euroyî ya ku şirketên piçûk û kesên serbest kar dikin jî digire nav xwe.
Li gorî vê, şirketên piçûk û navîn ên ku heta 250 kesî li wan kar dikin, û kesên serbest kar dikin dikarin miracaetî alîkariyên vê pakêtê bike. Niha tam nayê zanîn ka çiqasî kesên dahata wan kêm wê karibin çiqasî sûdê ji vê bigirin; lê 10 milyar euro wê ji bo şirketên piçûk û kesên serbest kar dikin re bên hîbekirin. 30 milyar euro jî wê weke deyn bên dayîn.
Kî çiqasî û çend caran?
Ji bo ku miracaet ji bo vî pereyî bê kirin, divê şirketê yan jî kesê serbest kar dike, miracaetî hemû bernameyên din ên alîkariya civakî û bernameyên weke xebitandina demên kurt, kiribe. Şirket û kes nikarin du alîkariyan wergirin. Alîkarî herî zêde wê 5 hezar euro be. Heger rewşa heyî dewam bike kesên serbest kar dikin, dikarin piştî bi şeş mehan dîsa miracaet bikin. Şirketên ku herî zêde 5 xebatkarên wan hene jî li dawiya 3 mehan dikarin ji nû ve miracaet bikin ji bo alîkariyê.
Miracaet hatiye besîtkirin; bi fax yan jî di ser e-mailê re miracaet wê karibe bê kirin. Ji bo kesên serbest kar dikin wê paşê ji nû ve lê bê kolan. Heger şertên wergirtina alîkariyê pêk nehatibin. Ev alîkarî wê ji wan dîsa bê standin.
Alîkariya civakî û ya bêkariyê hat hêsankirin
Kesên ji kar hatine derxistin yan jî kesên serbest kar dikin, dikarin rehettir alîkariya civakî yan jî alîkariya bêkariyê bistînin.
Ev alîkariya piçûk li ber alîkariya ku wê şirketên piçûk û navîn bistînin, ne ti tişt e. Şirketên ku heta bi 250 kesan dixebitînin dikarin ji ber ku karker naxebitin, miracaet bikin û dewlet wê ji sedî 60 ta 67´ê meaşê karkeran bide. Ji bo vê alkariyê divê karker ji kar nehatibin derxistin.
Dîsa peran didin zengînan
Ji bo xisara aborî ya bê kêmkirin, alîkariya herî mezin wê bi zengînan re bê kirin. Tenê Bankaya Navendî ya Ewrûpayê (ECB) 750 milyar euroyî terxan dike da ku ji şirketên mezin re bibe pişt. Hikûmeta Elman jî plan dike ku krediyeke 500 milyar euroyî ji bo şirketln xwe yên mezin karibe terxan bike.
Civak ma li ser pişta jinan
Bi şewba vîrusa koronayê re, yên ku pêdiviyên sereke yên civakî dabîn dikin jî jin in. Li Elmanyayê kesên di sektorên tenduristî, miqatebûna li kalûpîran, miqatebûna li zarokên piçûk bi pirranî jin in. Li gorî daneyên fermî ji sedî 72,9ê kesên li marketên zad û qût tedarîk dikin, jin in. Wekî din ji kesên li nexweşxaneyan kar dikin jî ji sedî 76 jin in. Miqatebûna li zarokan û pitikan hema hema bi temamî li ser pişta jinan e: ji sedî 90´ê kesên vê xizmetê dikin jin in.