Li bajarê Elmanyayê Hildesheimê şoreşgerên ku li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya canbexşane kirî û li Hamburgê jî gerîlayê HPG'ê Yûsûf Aslan ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûyî, hatin bibîranîn.
Li bajarê Hildesheimê, Komuna Jinê ya Şehîd Meryem civîneke bibîranînê pêk anî. Şoreşgerên li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya canbexşane kirî Umît Acar, Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Mahsûm Pamay û Sîraç Yuksek hatin bibîranîn.
Di bibîranînê de wêneyên şehîdan li ser maseyekê hatin bicihkirin û find li dora wan hatin vêxistin.
Li bajarê Elmanyayê Hamburgê jî gerîlayê HPG'ê Aslan Kalkan (Yûsûf Aslan) ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûyî, hate bibîranîn. Di civîna bibîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana Kalkan hate nîşandan. Piştre ji bo xêra Aslan xwarin hate dayîn.
HILDESHEIM / HAMBURG