Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Onder Aslan (Şervan Varto) yê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dayî û gerîlayên HPG/YJA Star ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dayî li paytexta Fransa Parîsê hatin bibîranîn.


'Bila her kes serî rake'

Dê û bavê Onder Aslan li merasîmê peyivîn û gotin, ew bi kurê xwe serbilind in. Malbata Onder banga aştiyê kir û malaviya xelkê kir ji ber ku ew tenê nehiştine. Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Gel a Les Mareaux, hevalên Aslan, rojnamevan-nivîskar Fuat Kav, nûnerên Komîsyona Malbatên Şehîdan û Civaka Îslamî ya Kurdistanê axivîn. 

MLKP'ê jî peyamek ji bo bîranînê şand û got, "Em, êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar dikin. Em Şervan Varto yê ji aliyê artêşa faşîst a Tirk ve hat şehîdkirin, bi rêzdarî bibîr tînin. Ji Kurdistanê re azadî!"


Gerîlayên HPG'ê Çetînkaya û Îpek li Aachenê hatin bîranîn

Li bajarê Elmanya Aachenê, navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinê ya Denîz Firat, ji bo gerîlayên HPG'ê Baran Çetîn Kaya (Brûsk Dêrsim) û Ridvan Îpek (Rêzan Erzîrom) ên di şerekî 4'ê Îlonê yê li navenda Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dayî, çalakiyeke bibîranînê li dar xistin.

Merasîma bîranînê bi beşdariya 100 kesî pêk hat û metika Çetînkaya jî amade bû. Metka Çetînkaya li ser navê malbatê peyivî û got, "Baran mirovekî gelekî baş bû, daxwaza wî ya bi tenê azadiya gelê wî bû. Ji bo vê jî dest bi têkoşînê kir. Weke yek ji şopdarên Seyîd Rizayan wî serê xwe ti carî netewand." 


 PARÎS/AACHEN