Pakrewanên ji Rojhilatê Kurdistanê li paytexta Swêdê Stockholmê hatin bibîranîn. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên 13’ê Îlonê li Çewlikê şehîd bûn jî li bajarê Elmanyayê Hamburgê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Gerîlayê HPG’ê Diljar Hezar (Rojhat Zelal ) ê li Bestayê şehîd bûbû, li bajarê Elmanyayê Giessenê hatin bibîranîn.

Argeş Karzan, Dilovan Feda, Tolhildan Sine û Rojhat ên 7’ê Îlonê şehîd bûn û Huseyîn Penahî, Zanyar Moradî û Lokman Moradî yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, li paytexta Swêdê Stockholmê hatin bibîranîn. Civîna bîranînê ku ji aliyê Komîteya Stockholmê ya PJAK’ê ve hate organîzekirin.

Tevî Kurdan, welatiyên Îranî, Belûcî û Ereb jî tevlî civînê bûn. Li ser navê KODAR’ê, Dayî Haver bi bîr xist ku zext û êrişên dewleta Îranê yên li dijî Kurdan û kedkarên Îranê mehên dawî zêde bûne. Wî bang li hêz û raya giştî ya navneteweyî kir da ku beramberî îdam û komkujiyên rejîma Îranê bêdeng nemîne û li ber rejîma Îranê rabe.

Di civîna bibîranînê de sînevîzyona ji axaftina Argeş Karzan, Dilovan Feda, Tolhildan Sine û Rojhat hate nîşandan. Helbestvanên Kurd jî helbestên xwe yên li ser şehîdan xwendin.

Raperîn Baz hat bibîranîn

Ji bo Mizgîn Bîlîn (Raperîn Baz) a ku 13’ê Îlonê li bejahiya Çewlîkê di şerê li dijî artêşa Tirk de tevî sê hevalên xwe şehîd bû, li Hamburgê civîneke bibîranînê hate lidarxistin.

Malbat û xizmên Bîlîn jî beşdarî civîna bibîranînê bûn.

Bi sedan kesên ji Hambûrg, Bremen, Kassel û bajarên li derdorê beşdarî bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Hamburgê bûn.

Ayten Dûrmûş li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan axivî û got, “Heger di dema xwe de em xwedî li vê têkoşînê derketibûna wê Mizgîn û hevalên wê îro şehîd nebûna.”

Bavê Raperîn Baz, Selahattîn Bîlîn jî got, “Keça min her tim li ber neheqiyê rabû. Bi hatina vê derê, we êşa me sivik kir.”

Merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê û belavkirina xwarina xêrê qediya.

Diljar Hazar hat bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Diljar Hezar (Rojhat Zelal ) û 9 hevalên wî ku navbeyna 8-11’ê Hezîranê de li Bestaya ser bi Şirnexê di encama êrişên artêşa Tirk de şehîd bûbûn, li Giessenê hatin bibîranîn.

Di mersîma bibîranînê a li NCDK´yê de ji 300’î zêdetir Kurdistanî, şandeyeke ji Yekîtiya Sûryaniyan Ewrûpayê (ESU), wekîlê berê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û melayê Mizgefa Ibrahîm Xelîl a Rodelheimê, Şefîk Çoban jî hazir bûn.

Bernameyê bi xwendina mewlûdê û rêzgirtinê dest pê kir.

Di bernameyê de nameya Fermandariya Botanê ya HPG’ê ku ji bo şehîd Rojhat Zelal hatibû şandin, ji hêla xaltiya şehîd, Songul Agirman ve hate xwendin.

Agirman got, “Diljar gotibû, ‘Ez li dijî zilma ku dewlet li gelê me, li ciwanan dike, tevlî nav refên gerîla dibim’. Temenê wî piçûk bû lê gihaştî bû. Ez dixwazim bibêjim, em ê li bibîranîna wan xwedî derkevin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN