
Konservatuara Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Dibistanên Çand û Hunerê yên li gundan de dest bi çalakiya “Palyaço” û “Pirtûka Zindî” kir. Di çarçoveya bernameya hefteyekê de li Dibistanên Hunerê yên li Pasûr, Erxenî, Pîran û Henê, û li Kampa Havînê ya Zarokan, Wargeha Fîdanlixê û Kampa Şengalê ya li Batmanê ev xebat wê bêne meşandin.
Konservatuwara Bajêr a Aram Tîgran a bi ser Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gundên ku bi qanûna hejmar 6360ê dageryane taxan dest bi hin rêzebernameyan kir. Bername 3ê tebaxê dest pê dike û heta 9ê Tebaxê didome, di çarçoveya bernameyê de dê ji bo zarokan nimayiş “Palyaço” û “Pirtûka Zindî” bê pêşkêşkirin. Bi vê, mebest ew e zarok bikenin û demeke xweş derbas bikin.
Bi Konservatuwara Aram Tîgran re
Ev nimayiş bi “Palyaçoyên Sînornenas” re tê birêvebirin, îro, li Konservatuwara Bajêr a Aram Tîgran xebata atolyeyê, xwendina pirtûkê û nimayîşa palyaçoyê dest pê kir. Çalakî û nimayiş sibe li Dibistana Hunerê a Qelêşa Erxeniyê, 5ê Tebaxê li Dibistana Avdelaya Pîranê û Nêrîba Henê, 6ê tebaxê li Kampa Zarokan a Havînê ya li ber Gola Hezarê, 7ê Tebaxê li Wargeha Fîdanlixê, 8ê Tebaxê li Kampa Şengalê ya li Batmanê û 9ê Tebaxê jî li Dibistana Çandê ya Cixsa Pasûrê bête pêkanîn.
Palzaço wê zarokan bikenînin
Koordînatorê Perwerdeyê yê Dibistanên Çand û Hunerê yên Gundan Şêrko Kanîwar, der barê mijarê de daxuyand ku wek Konservatuwara Bajar a Aram Tîgran ew li Dibistanên Çand û Hunerê yên gundan nimayişa “Palyaço” li dar dixin. Kanîwar, aşkere kir ku koma bi navê “Palyaçoyên Sînornenas” ji Stenbolê piştgiriya vê çalakiya wan dike û got, ev kom piştî perwerdeya sê rojan a ji aliyê rahênerên ji Amerîkayê têne bajêr. Kanîwar weha axivî, “Piştî perwerdeya sê rojan ev kom tê vê derê, ew ê li dibistanên hunerê yên li gundan nimayişa “Palyaço” û “Pirtûka Zindî” pêşkêş bikin. Kom dê bi Palyaço kenê zarokan bînin û bi Pirtûka Zindî jî kesek wê bi Kurdî çîrokekê bibêje, kesine jî dê li gorî naveroka çîrokê nimayişê pêşkêş bike. Mebesta me bi vê, ew e ku zarok hem demeke xweş derbas bikin hem jî bifikirin. ”
AMED