Înstîtuya Kurdî ya li Elmanyayê, bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, li bajarê Elmanyayê Hagenê panelek li dar xist.

Serokê Komeleya Yekîtiya Mamosteyan Abdulkadîr Ulumaskan di panelê de çend lêkolîn û gotar li ser zimanê Kurdî parve kirin û li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê Kurdî nêrînên xwe îfade kirin.

Ji Komeleya Alternatîf a Gelsenkirchenê zimanzan Alî Mahîr Abdîk piştre li ser siyaseta li ser zimanê dayikê û zimanên tehlûke li ser wan axivî.

Şaredarê berê yê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglû piştre peyivî û li ser rola medreseyan a di perwerdeya zimanê Kurdî de gotarek pêşkêş kir.

Rola jinê ya di zimanê dayikê de, ji aliyê 2 endamên Înstîtûta Kurdî ya Elmanyayê ve hat vegotin. Panela ku ji aliyê Serokê Înstîtûyê Fevzî Ozmen ve hat birêvebirin, bi muzîka bi 3 zimanan qediya. 


 ANF / HAGEN