
Çîroka berxwedana wênesazê Ermenî Panos Terlemezyan ji hêla xebatkarê rojnameya Agosê Rupen Varjabedyan ve hate nivîsîn. Panos Terlemezyan, di nava wênesazên Ermenî de kesekî navdar e. Di 3’yê adara 1865’an de li Aygestana Wanê hatiye dinê, piştî dibistana seretayî, li Koleja Navendî ya Wanê perwerdeya xwe berdewam kiriye. Di sala 1886’an de belgeya rûmetê werdigire û dest bi mamostetiyê dike û tev li partiya yekemîn a Ermeniyan (Rêxistina Armenagan) dibe.
Xebatên hunerî yên Terlemezyan di çarçoveya xebatên polîtîk de bi pêş ketin. Tevlîbûna wî ya siyasetê bala rêveberiya osmaniyan kişand û der barê wî de biryara girtinê hat derxistin. Li ser vê di sala 1893’yan de derbasî Îranê bû, ji wir derbasî Tîflîsê bû. Piştî demekê li vir ma, di sala 1895’an de koçî St. Petersburgê kir û li wir di dibistana hunerê de perwerdeya wêneyan dît. Di sala 1897’an de hat girtin; destpêkê li Tîflîsê û piştre li Yerevanê di girtîgehê de ma, piştre sirgûnî Îranê hat kirin. Piştî salekê bi veşarî derbasî Parîsê bû û li Academie Julianê xwe qeyd kir û di sala 1904’an de, pêşengeha xwe ya yekemîn vekir û li vir xelat wergirt û ji dibistanê mezûn bû. Bi berhema xwe ya bi navê ‘Daketina Keşîşxaneya Sanahîn’ tev li pêşangehên li welatên Ewropayê bû û xelata zêrîn wergirt.
Berxwedana Wanê
Terlemezyan di navbera salên 1905 û 1908’an de li Ermenistanê ma, di sala 1908’an de li Parîsê, li wir jî di sala 1910’an de li Stenbolê bi cih bû. Di 3 salên li Stenbolê de gelek pêşangeh vekirin. Terlemezyan di sala 1913’an de vegeriya Wanê. Piştî ku di mehên nîsan û gulanê yên sala 1915’an de hêzên Osmanî li dijî gelê Ermenî êrîşên qirkirinê li Wanê dan destpêkirin, wî jî di nav 7 pêşengên koma berxwedêr a Ermeniyan de cih girt. Vê komê bi berxwedana xwe 200 hezar Ermeniyên li Wanê ji komkujiyê parastin û nehiştin ew ji hêla Osmaniyan ve bên qetilkirin. Piştî berxwedanê derbasî Tîflîsê bû û li wir tev li Yekitiya HunErmendên Ermenî bû. Hunemendê Ermenî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, dîsa li gelek welatan geriya û di navbera salên 1919-1922’yan de li Stenbol, Îtalya, Îspanya û Fransayê, di sala 1922’yan de çû Amerîkayê. Di sala 1928’an de çû Ermenistana Sovyetê û li van deran gelek xebatên giranbuha kirin. Di sala 1935’an de xelata ‘HunErmendê Gel’ wergirt.
Berhema sereke: Zinarê Kegart e
Terlemezyan di sala 1928’an de çû Ermenistanê û li welatê xwe bihost bi bihost geriya û cih û warên dîrokî di wêneyên xwe de neqişandin. Terlemezyan, di berhemên xwe de şêwazeke aştîxwaz û aram bi kar tîne û gelek berhemên wî yên wekî ‘Dêra Datev’, ‘Xapan’, ‘Dîmenên Goris’, ‘Ararat’, ‘Çiyayên Arakatz’, ‘Payîzê Yerevana Kevn’, ‘Yerevana Kevn û Nû di Binê Berfê de ye’, ‘Di Biharê de Yerevan’, ‘Peravên Sevan’ û ‘Girava Sevan’ xwedî hêjayiyeke mezin in. Berhema ‘Zinarê Kagart’ ji berhemên Terlemezyan ên herî sereke tê dîtin; Berhema ku ji hêla Gomîdas ve hatiye teswîrkirin, berhema herî navdar e. HunErmend di 30’yê nîsana 1941’an de li Yerevanê jiyana xwe ji dest da, navê wî li Akademiya Hunerên Xweşik a Yerevanê hat kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN