Malpera Diyarnameyê li ser pirtûkên kurdî yên îsal hatine weşandin bi lîsteyek berfireh nûçe amade kir. Li gorî nûçeyê ji weşanxeneyên Kurdî yên li Tirkiyeyê îsal 230 pirtûk hatine weşandin. Weşanxaneya herî zêde J&J pirtûk çap kirine Pirtûkên helbestan dîsa yên bi hejmar herî zêde ne. Di warê folklora kurdî de jî îsal gelek pirtûk hatine çapkirin. Cemîl Oguz ê ku ev nûçe amade kir, dibêje, sala 2018’an 230 pirtûkên bi Kurdî li Bakurê Kurdistanê hatine çapkirin. Sala 2017’an ev hejmar de 171 û sala 2016’an 190 bû. Axir lîste mutleq nebe jî, bêhtirî ji sedî 90´î rast e. Li gorî nûçeyê 22 weşanxaneyan pirtûkên bi Kurdî weşandine, û ji van Weşanên J&J´yê weşandina 66 pirtûkan di rêza yekê de ye.
Herçî weşandina pirtûkên bi Kirmanckiye jî Roşna ya li Amedê 9 pirtûk û Vate ya li Stenbolê 4 pirtûk weşandine.
Cûreyê herî zêde hatî weşandin helbest in bi 67 berheman, herçî roman in, par 40 heb hatine weşandin û 25 pirtûkên çîrokan jî derçûne. Nivîskarê herî zêde pirtûk çapkirî Hîlmî Akyol e. Akyol yek jê helbest, 18 folklor bi giştî 19 pirtûk çap kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN