Bi qenaeta min, di serdemeke weke niha de dewletek cinoyî wek ahtabotan bi hemû çeplan li koloniyaliya xwe, ku zilm û îmhakirin lê bar kiriye êrîşî -bîr û boçûn çi dibe bila bibe-hemû sazûmaniya miroviyî ya Kurdistanê dike, vê sûala li jor li dijî van rojên zîfîrî û tohmetiyî girîngtirîn sûal e. Bi qasî pirsîna xwe, bersiva wê jî girîngtirîn bersiv e. Ku ji hêsantirîn denklemên bersiva wan ne bi qasî dûriya Şamê, lê bi qasî mişarê nêz û li nig me ye û mifteya qefla ‘diyarkirina çarenûsa xwe’ ye.

Di zanista ‘economy’ê de bi navê ‘maliyeta firsendî’ bi awayekî dîtir ‘maliyeta alternatîf’, ‘ceterîs parîbûs’ du têgeh û bi navê ‘kemîna lîkîdîteyê’ nêzîkatiyek heye. Her wiha ji bo zîndekirina aboriya welatekî an jî xaneyekê, di heman zanistê de pirseke hêsan, lê bersivdayîna wê divê fîzîbîlîteyeke xurt di xwe de bihebîne jî heye: “Divê teserûf bên zêdekirin an mezaxî/xerîdarî?”

Heke me adaptasyonek bivê; em ê li vir wê economya li benda zîndekirinê ye wek “welat”ekî ku bi her cure rêbaz û teknîkê rastî pêkûtiyên pergaleke cinoyî tê,   teserûfê wek “bêdengî”, mezaxî   wek “liberxwedayîn”ê, hilberînê wek “afirandin”ê û veberhênanî/mewdûat jî wek “pêşeroj”ê bi kar bînin.

Ji bo zîndekirina vî welatî, gelek kes vê pirsê bi zêdekirina “bêdengî”yê” dibersivînin. Heke “bêdengî” zêde bibe dê dewlet êrîşên xwe rawestîne, dê li vî welatî aramî, rihetbûyîn xwe bide der û her wiha dê zîndebûyîn zêde bibe. Ji vana re ehlên bêdengiyê tê gotin.

Li aliyê din ji bo zîndekirina vî welatî gelek kes jî, “bêdeng”bûna her kesî wek paradoksa bêdengiyê bi nav dikin. Dibêjin heke her kes xwe li bêdengî û nedîtiyê deyne, dê “liberxwedayîn” bi awayekî zêde qels û stewr bibe. Li cihê ku liberxwedayîn lê qels bibe, dê “afirandin” firk û kor bibe. Li cihê ku afirandin lê firk bibe, dê ew der ji fîzîbîlîteyên “pêşeroj”ê mehrûm be. Li cihê ku fîzîbîlîteya pêşerojeke muferih û azad xwe lê nede der,   dê zemîn û derfetên “afirandin”ên nû xwe lê nedin der û dê bi vî awayî ev “welat” qet zînde nebe, li sehrayan dareke çilmisandî be. Ji vana re jî ehlên berxwedanê tê gotin.

Di economy‘ê de heta radeyekê ji vê re “kemîna lîkîdîteyê” tê gotin. Li gor adaptasyona me jî li welatekî bindest û dagirkirî, ji vê re mirov dikare bibêje “kemîna kolonyal” a ku bi rê û rêbazên xwe ehlên bêdengiyê tepisandiye, qurifandiye û li dijî ehlên liberxwedayînê yên jiyîn û pêşerojeke muferih û aza ji xwe re kirine ehd û cehd nayên tepisandin jî, her cure kîn û zilmê, bi derexlaqiya bîadê dide der.

Wek xulase; Şerê li Kurdistanê şerê hebûnê ye. Li devereke ku şerê aîdiyetê hebe têbariya pîvana “ceterîs parîbûs”ê bi tu şikl û şêweyê tune ye. Pîvaneke têkçûyî ye. Tu şervan bî, tu ferdekî deran han bî, li Kurdistanê fikr û zikrê te çi be, ji dagirkeriyê re ferq nake, ew bes dizane tu “kurd” î û ew hesabê pêşerojê dike, da nebî kelemê çavên wî. Dema gav û saetên ‘te’, li cem ‘Serdest’ tije dibin, ha bibêje siya pelkê me, ne li xwe me, ne jî li tu xelkê me ha bibêje. Xelasî nîne. Ji ber vê têbariya sabîtbûyîna faktorê din nîn e.

Li vê xakê, nexasim jî di vê prose, cihwarê dîrokî û civakiyî de, heke li dijî alav û pêtiyên zilmê yên dipejiqin beriya her tiştî mirov hay ji pozisyona xwe ya miroviyî nebe, wê hayjêhebûnê bi awayekî cebrî û mecbûrî li xwe wek berpirsiyariyekê neke bar û berpirsiyariyê wek xwebûn e nebîne, di çarçoveya “maliyeta firsendî” de, li dor xelekekê ji dêvla bêdengiyê, maliyet-tercîh ne ji hêla liberxwedayîn be, dê kokana/prangaya bindestiyê neyê şikandin û dê bi bêdengiya ‘mirovbûyîneke, dermirovî’ zexmtir bibe û xwebûyîn têk biçe. 


RÊDÛR DÎJLE