Rûniştina doza Nisêbînê ku 53 kes tê de tên dadgehkirin, çav li rê bû ku doh piştî nîvrojê jî dewam bike, lê serokê dadgehê diyar kir ku parastin nayê kirin û rûniştin taloqî îro kir.

Rûniştina 4’emîn a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dewam dike.  53 kesên ku li Nisêbînê di dema berxwedana xwerêveberiyê de sala 2016’an piştî tehliyekirinê pêşî hatin binçavkirin, û piştre hatin girtin, di vê dozê de tîn dadgehkirin. Di rûniştinê de tespîtkirina nasnameyan di bin dorpêça polîs û cendirmeyan de bi rê ve çû.

Ji girtiyên di dozê de tên dadgehkirin, 2 kesên ku doh diviyabû parastina xwe bikin, tecrîdkirina Abdullah Ocalan û biryara DMME’yê ya derbarê wî de şermezar kir. Girtiyan pişta xwe da heyeta dadgehê û parastin nekir. Li ser vê serokê dadgehê, rûniştin taloqî îro kir.

 

JINNEWS/MÊRDÎN