Hêzên tarî DAIŞ, niha hewl didin êrîşê bibin ser bajarê Hesekê. Ev bajar dikeve başûrê Kantona Cîzîrê û duyemîn mezintrîn bajarê Kantonê ye. Bi qasî nîv milyon mirov niha li Hesekê dijîn. Taxên rojava, bakur û rojhilatê bajêr piraniya wan Kurd in. Ev tax ji sala 2012’an de li jêr desthilatdariya Asayiş û YPG ne. Her çiqasî ku rejîma Esed di dema derbasbûyî de hewl da bajêr ji kantonê qut bike û Ereb li dijî Kurdan sor kirin, lê dîsa jî biserneket. Terorîstên DAIŞ jî cesaret ji qelsbûna rejîmê û êrîşên wê yên li dijî Kurdan digirt û her demekê êrîşek dibir ser bajêr.

 Di warê stratejî de cihê Hesekê gelekî girîng e. Ew sînorê Kantonê bi Wilayeta Dêr El Zorê pêk tê. Nîvê niştecihên bajêr Kurd in. Yê ku bajêr bigre dest xwe, riya Serê kaniyê, Til Temir, Amûd û  Dirbêsiyê jî qut dike. Heremek befireh ji çiyayê Kezwanê heta bi çiyayê Kewkebê û çiyayê Şingalê digre dest. Jixwe metirsî ew e ku, rejîm a ku li himberî DAIŞ winda bike an vekişe û hemû cebleya çekên xwe yên giran di cih de bihêle. Eger ev yek pêk were, dê xeterek mezin bê ser tevahiya Kantonê. Ji ber hindê YPG cihê xwe li derdora taxên başûr û rojavayê bajêr girtiye û li dijî DAIŞ’ê dest bi operasyonan kirî ye.

 DAIŞ hewl dide têkçûna xwe ya bejahiya Serêkaniyê û Til Temir, windakirina bargeha xwe ya li çiyayê Kezwanê, tawîz bike. Ji ber hindê, ew bi sedan şervan ji Reqa û Dêr El Zorê tîne û li derdora bajarê Hesekê bi cih dike. Rejîm li bajêr qels û ji hev ketiye. Ew zêde nikare li dijî DAIŞ li ber xwe bide. Loma di dema dawî de hawara xwe gazî YPG kir. Lê bersev ew bû: Hemû çekan teslîmî hikûmeta Kantonê bikin û ji bajêr derkevin. Ev yek li xweşiya rejîmê nehat û alavên ragihandinê yên nêzî wê li dijî Kurdan û YPG dest bi kampanyayek reşkirinê kirin. Wan ida kirin ku hêzên Koalisyona navnetewî/DYA ji YPG xwestiye tu alîkariyê nede hêzên rejîmê. Bi her hal, rejîm li ber têkçûnê ye. Di vê dema dawî de bi dehan ji eskerên wê û çekdarên ji eşîreyên Ereb û yekîneyên partiya Baasê hatin kuştin. Tê texmînkirin ku rejîm nêzîk ji bajêr bireve. YPG dê bi parastina hemû bajêr rabe.

 Roja înê li ser banga TEV-DEM’ê civînek ji bo pêkhatiyên bajêr hate lidarxistin. Di vê civînê de serokên eşîrên Ereban, nûnerên Suryanî û Kurdan amede bûn. Eşîrên Ereb bi fermî ji YPG xwestin ku tevahiya taxên bajêr biparêze. Wan diyar kir ku ew jî amede ne di nava refên YPG de şerê DAIŞ’ê bikin û nehêlin ku bajar bikeve destê van çeteyan. Ev gavek girîng e û dawiya qonaxa hebûna rejîma Esede diyar kir. Rejîmê heta niha ciwanên Ereb organîze dikir û ew li dijî Kurdan sor dikirin. Niha ev yek bi dawî hat. Eşîrên Ereban li Hesekê biryar dan ku bibin beşek ji Xweseriyê û tevî nava YPG bibin.

 Ji bo bajarê Hesekê, ku sînorê Kantona Cîzîrê ye, bê parastin, divê YPG hemû hêzên çekdar bigre nava xwe û li ser wan serkêş be. Divê çek û cebilxaneya rejîmê, bi taybet çekên giran li çiyayê Kewkeb bigre dest û nehêle bikeve destê DAIŞ’ê. Divê koalisyona hêzên navnetewî yên li dijî DAIŞ êrîşên hewayî li dijî hêzên DAIŞ’ê bi taybetî karwanên çekdaran yên ji Dêr El Zor û Reqayê tên, têk bibin.

 Gewdê Xweseriya Demokratîk diyar dibe. Li Kantona Cîzîrê êdî Ereb dikin bi temamî tevî nava rêveberiyê bibin. Baweriya her kesî bi YPG û Xweseriyê tê. Her kes ji rejîma Esed û muxalefeta nijadperest (Itîlaf) û xizmetkarên ku bi polan kar dikin, ENKS, bê zar û aciz in....