Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê Xunav Ahmedmuhammed derbarê naveroka raporê de agahî dan. Ahmedmuhammed anî ziman ku li Rojava şoreşek pêk tê û wiha got, "Di vê şoreşê de jin, ciwan û zilam her kesî cihê xwe girt. Her kes a dikeve ser milê xwe dike. Lê belê bi vê şoreşê re li hember gelê ku îradeya xwe danî holê komên çete şerekî qirêj hat ferzkirin. Di mizgeftan de qîr kirin. Mal, milk û jinên Kurdan li xwe helal kirin. Xanî û malên kurdan şewitandin û talan kirin. Mirov revandin û serê wan jêkirin."


'Zarok û jin hedef bûn"

Ahmedmuhammed da xuyakirin ku komên çete di êrîşên xwe de zarok û jin kirin hedef û der barê raporkirina binpêkirina mafan de wiha got, "Ji ber ambargoyê zêde çûnûhatina ji bajarekî heta bajarekî din zêde çênabe. Lê belê, em dizanin ku li wan deveran bûyer rû didin. Ev çete komkujiyan pêk tînin. Zarok û jinan dîl digirin. Ji ber em nikarin biçin em nikarin bikin belge jî. Li Til Koçer û Til Ebyed xusûsên me kirine belge hene. Me li wan deveran bi jinên birîndar re hevdîtin pêk anîn."

'Jinan xwe parast'

Ahmedmuhammed diyar kir ku jin bi parastina cewherî bersivê didin êrîşan û got, "Hewldanên banga helalkirina jinan a di mizgeftê de ji aliyê jinan ve bi tundî hat şermezarkirin.
Jinên kurd li hember êrîşên hov xwe parastin."  Ahmedmuhammed di dewama axaftina xwe de anî ziman ku li hember şîddeta li dijî jinê sazîbûyînek ava bûye û wiha dewam kir, "Di salekê de li Rojava 15 jin hatin qetilkirin. Jineke bi eslê xwe ereb bi hovîtî hat qetilkirin. Me di derbarê vê de bangawazî kir. Saziyên jinan bi armanca piştevaniya jinan xebat pêş xistin. Êdî jinên mexdûr dikarin bi rehetî bên derdên xwe vebêjin."

'Bandor li jinan dibe'

Ahmedmuhammed têkildarî ambargoya li dijî Rojava jî destnîşan kir ku herî zêde bandorê li jinan dike û axivî, "Di vê mijarê de ji bo derbaskirina van pirsgirêkan em piştevaniyê bi Heyva Sor a Kurdistanê re dikin. Bi taybet zarokên berşîr ji ber ambargoyê pir bandor dibin. Pirsgirêkên dermanan hene û ji ber vê tedawiya nexweşan nayê kirin. Zarok, jin, malbat û civak pir bandor dibin."
Ahmedmuhammed bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: "Li Rojava ne tenê kurd, ereb û xirîstiyan jî hene. Her kes ji bo ewlehiyê dixebite. Jin jî di nav de cih digirin. Jinan xwe paşde neda ji ber pirsgirêkeke neteweyî bû."

 DÎHA/AMED