Danişîna doza Murat Îçlî, Mesut Pehlivan û Ekrem Yapici yên di sala 2011’an de li Amedê bi hinceta tevlî çalakiyan bûne hatibûn girtin li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdevam kir. Di danişînê de 3 girtî û parêzerê wan Serkan Akbaş amede bûn. Di danişînê de hate diyarkirin ku îfadeyên têkildarî dozê de yên şahidên nepen ên bi navê “Karîzma” û “Adaptor” hatin girtin. Di danişînê de Mesut Pehlivan û Murat Îçlî parastina nivîskî pêşkêşî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê têkildarî parastina nivîskî de wiha got: “Daxwazname têkildarî naveroka dozê nîn e û piranî têkildarî pirsgirêka Kurd û têkildarî şertên Ocalan û ramanên wî ye”
Dadgerji ser hejandinê fêm kir!
Heyeta Dadgehê, diyar kir ku di her 2 daxwaznameyan de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “Rêberê Gelê Kurd” hatiye gotin û Murat Îçlî daxwazname bi xwe bi zanebûn nivîsiye. Serokê Dadgehê têkildarî daxwaznameya Pehlîvan de jî wiha got: “Ji xeynî zimanê tirkî bi zimanekî din bersiv da. Lê bi nîşaneya ser agahdariya wî bî naveroka daxwaznameyê heye.” Dadgehê bi vê yekê îmza avête bin skandalekê.
Dadger serlêdana sûc kir
Piştî navberê heyeta dadgehê, biryara careke din şahidên nepen bên guhdarkirin ji midûriyeta polîsan re nivîsa muzakereyê bê şandin û der heqê daxwaznameya Îçlî û Pehlîvan de jî ji ber ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re gotin “Rêberê Gelê Kurd” li Serdozgeriyê gilî bê kirin girt. Pişt re jî danişîn taloqî 11 çileya 2012’yan hate kirin.
AMED