
Çalakiya ku li bajarê Fransayê Strasbourgê ji bo tenduristiya Ocalan hat destpêkirin a bêdem, doh jî dewam kir. Di çalakiyê de doh Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kir. Wî bang li tevgerên Kurd ên Başûr kir ku dev ji polîtîkayên şaş berdin û polîtîkaya parastina hevpar ava bikin û got, ev mecbûriyetek e.
Kartal tevlî çalakiya rûniştinê ya li Strasbourgê ya Fransayê ya li ber CPT’ê bû û axivî. Remzî Kartal got, ji bo azadiya Ocalan divê têkoşîn bête xurtkirin. Kartal diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên Barzanî ên di referandûmê de zerar li gelê Kurd bûye û Kurd tenê hatine hiştin.
Polîtikayên ez ezê li zerara Kurdan in
Hevserokê Kongra- Gel Remzî Kartal got, parastina azadiya Ocalan ji endametiya partî û saziyan cuda ye. Kartal bal kişand ser giringiya azadiya Ocalan a ji bo azadiya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn û got, divê her kes bibêje, ‘ji bo Kurdistanê min çi kir’ û tim çalak be.
Kartal bal kişand ser girîngiya sîstema li Rojava a bi pêşengiya Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk hatî û got, hatiye îsbatkirin bê ka ev modêl modêleke çawa ye.
Kartal polîtîkayên bi hişmendiya netewe-dewletê rexne kir û got, “Hişmendiya ku dibeje, ‘tim ez, ez çi bikim rast e’ li ber çavan e ka rewşê tîne ber bi ku ve tîne. Mesûd Barzanî bi vê mentiqê tevdigere.”
Kartal got, beriya referandûmê hemû dinya li cem Kurdan bûye, ziyan bûye li îtîbara ku van salên dawî bi xwîna bi hezaran şehîdî hatibû bidestxistin; Enqere, Şam, Bexda û Tehran ku beriya referandûmê dijiminê hev bûne, niha dîsa têkilî danîne.
Diviya Barzanî biryara berxwedanê bida
Kartal got, polîtîkayên şaş ên referandûmê 4 dewletên dagirker anîne cem hev, piştî referandûmê li dijî êrîşên Iraqê ti hêzeke Başûrê Kurdistanê dest hilneaniye û ev rexne kir: “Ev hêz, hêza eskerî, aborî û siyasî di dest xwe de digirin. Barzanî divê wek rêveberiya herêma Kurdistanê, hemû hêzan û parlamentoyê bîne cem hev, parastineke hevpar ava bike.” Kartal got, heke ev bihata kirin, hemû Kurd li dijî hêzên dagirker wê li ber xwe bidana, lê neqewimîna vê, arîşeya rêbertiyê ye.
‘Rêbertiyek heye û ew jî Ocalan e’
Kartal diyar kir tekane hêza ku li Kurdistanê rêbertiyê ji gel re dike, Ocalan e û got, Kurd dikarin, ji heqî arîşeyên xwe derkevin.
Kartal îşaret pê kir ku êrîşên bi ser Qadên Parastinê ya Medyayê, Rojava û Başûr de hevdemî ne û got, dixwazin bi vê Kurd bi temamî werin fetisandin.
Kartal diyar kir ku bêyî Ocalan jiyaneke azad wê nebe, li gorî berê Kurd pirr bi pêş ketine, lê ji têkoşîna domdar berdêlên din jî ferz dike.
Kartal diyar kir ku hikûmeta Erdogan û dewleta Tirk ji hêla aborî û siyasî ve di rewşeke pir xerab de ne û got, “çi dema ku pêsîr li wan teng dibe, bi ser Rêbertiya me de êrîşan tînin.”
Kartal diyar kir ku bi têkoşînê, hem gel û hem Ocalan wê azad bibe.
ANF/STRASBOURG