Ev du sê sal in, di nava rêxistinên Kurdî de diyalog qut nebûye. Pirr caran bi zimanekî tûj hevdu rexne bikin û car caran jî bi navê siyasetê hevdû û xelkê biêşînin jî, her ku diçe nêzî hev dibin, hevdu baştir fam dikin. Bi vê yekê re qelîteya siyaseta Kurdî jî bilindtir dibe. Eger siyaseta serdest a Başûr di têkîliyên navkurd de, xwe ji bandora siyaseta dewleta Tirk rizgar bike, wer xuya ye ku di yekîtiya netewî de encamên pirr serkeftî wê derkevin holê. Herwiha, eger her rêxistina Kurdî zimanê siyaseta xwe ya bi hêzên din ên Kurdî re bi pîvanên rêzdar saz bike, ev yek wê bandoreke erênî li ser pêşketina demokrasiya navxweyî ya Kurdistanî bike.
Erê, em êdî bahsa demokrasiya Kurdî dikin... Helbet pêwîstiya demokrasiyê bi hiqûqekê re heye. Xurtbûna têkîliyên hêzên Kurdî û ya xelkê pêwîstiya hiqûqeke navxweyî ya Kurdistanî radixe ber çavan. Êdî rêxistinên Kurdî yên bi hêz û bandor (KCK, PDK, YNK, PYD, Goran, hwd...) nikanin xwe ji vî barî dûr bixin û jê birevin. Him hêvî û daxwazên xelkê û him jî firsendên dîrokî wan giştan mehkûmî vî karî û vî barî dike. Helbet hiqûqa Kurdistanî wê bi saziyeke ku vîna tevahiya Kurdistaniyan temsîl bike bê bi rê ve birin. Ew jî; Kongreya Netewî ye!..
Derbarê vê yekê de, banga Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya derbarê kombûna Kongreya Netewî divê ji hêla hêzên Kurdistanî giştan, bi taybetî jî ji hêla hêzên Başûrî (PDK, YNK, Goran) ve bêbersiv neyê hiştin. Tespîta Hevserokatiya KCK’ê ya wek, “Rewşa îro me bo xurtkirina zemînê yekîtiya netewî neçar dihêle. Eger em Kurd êrîşên DAÎŞ’ê yên bona jiholêrakirina hebûn û destketiyên netewî bêyî yekîtiyekê pêşwazî bikin, ew wê bo me bibe xefleteke mezin!” Şengal, Kerkûk û Kobanê bûn kilîta deriyê yekîtiya Kurdan. Ji kîjan beşê an jî ji kîjan rêxistinê bibe bera bibe, yekîtiya netewî, hêvî û daxwaza Kurdan giştan e! Li hember vê rastiyê tu partî û rêxistinên Kurdî nikanin xwe kor û kerr bikin...
Helbet her rêxistina Kurdî xwedî siyaset û bîrdozeke cûda ye û divê derbarê vê yekê de hevdû di nava xwe de rexne bikin. Jixwe demokrasî jî ew bi xwe ye; bêyî rexneyê tu demokrasî pêş nakeve. Lê divê her siyaset, her rexne xizmetî berjewendiyên xelkê û parastina hebûn û nirxên Kurdistanî bike. Hêzên Kurdistanî di siyaseta navdewletî de divê nehêlin ku dewletek destê xwe bixe nav têkîliyên navkurd. Pêwîste gişt di siyaset û helwestên xwe de vê mesajê pirr xurt nîşan bidin: Kurd pirsgirêkên navxweyî dikanin bi xwe çareser bikin!..Nêzîhevbûna Kurdan û hêzên Kurdî ne tenê li Iraq û Sûriyê, herwiha wê bandorê li siyasetên Tirkiye û Îranê jî bike. Li Bakur, dewleta Tirk piştî pêşketinên li Kobanê û rewşa nû ya Kurdistanî, êdî nikane pirsgirêka Kurdî tenê bi siyaseta ‘tunekirin û bêçekkirina PKK’ê’ bide meşandin. Ew neçar e ku rastiya Kurdî nas bike û gorî wê polîtîkayên realîst pêş bixe. Îran jî êdî nikane vê rastiyê jinedîtinê ve bê...Parastina Kurdistanî ya li Kobanê, Şengal û Kerkûkê mizgîniya pêşketina siyaset, demokrasî û vîna Kurdistanî ye û wijdanê Kurdistanî pêş dixe. Mafê tu hêzên Kurdî tune ye ku vê rastiyê ji nedîtinê ve bê...