Mazher Xaliqî bi hunerê xwe xwest hêviyê ji nû ve çêke. Ji bo vê wî şiira Abdullah Goran bi kar anî: “Ji ber vê min şiira herî baş a şair Abdullah Goran ‘Barî bayana’ neqand, da ku peyama xwe bidim Kurdan da ku xwedî hêvî û dildar bin.”
Stranbêjê Kurd Mazher Xaliqî dibêje, divê Kurd globalbûnê û teknolojiyê bi kar bînin da ku rêûresmên xwe yên mûzîkê ji sînorên Rojhilata Navîn bibihurînin û bigihînin dinyayê. Xaliqî ji sala 1979´an ve li sirgûnê bû, ji ber ku rejîma heyî ya Îranê weşana muzîkê qedexe kiribû. Ew piştî bi 40 salan par ji bo ku xelatekê wergire karîbû vegere bajarê xwe Sinê.
Hîna di sinifa diduyê de bû mamosteyê wî pê hisiya ku dengekê wî yê dawudî û xurt heye, û dersên taybet danê li ser meqamên Kurdî û Farisî. Gava ku cara yekê wî li radyoyê stran got, ew hîna 12 salî bû. Û wî temamê salên 1950´î hefteyê nîv saetê di radyoya Sine de stran gotin. Ew li Sine û derdorê navdar bû, lê mixabin ji wê demê ti qeydî li ber destan nînin.
Ew sala 1958´an diçe Tehranê da ku li zanîngehê bixwîne, ji fizîk û rêveberiya pîşesaziyê mezûn dibe. Li Tehranê jî bi gotinên wî ew diçe "radyoya Tehranê, ji ber ku ez nas dikirim, bêyî ku dengê min biceribînin, cihek dan min."
200 stranên li radyoyan
Beşa Kurdî ya vê radyoyê ew teşwîq kir da ku bi Kurdî bibêje, û heta 1975´an jî wî ev kir. Jixwe, li wir ew fêr bû tevî orkestrayê stranan bibêje. Wî vê carê qeydiyên xwe hemû parastin: "Min qederê 200 stranî bi orkestrayên cihê yên Tehran, Kirmanşan û Sine, gotin. Û ez bi bestekarên navdar ê Îranî yên weke Morteza Hananeh û Mostafa Kasravî re xebitîm."
Piştî rejîma îro bû desthilat, performansên muzîkê û weşana muzîkê hatin qedexekirin û Mazher Xaliqî jî berê xwe da sirgûniyê û çû Ingilîstanê, sala 1984´an gihişte Londonê. Wî karê muzîkê li vir dewam kir, albûmên “Barî bayana” û "Egeremewe bo wlatekem" ji van in ku di heman demê de helbestên şairên mezin jî nemir dikirin.
Beriya ew ji Kurdistanê derkeve, ew li gundan digeriya, newa û stranên gelêrî berhev dikirin. Vê gelekî tesîr lê dikir: “Zengîniya folklora Kurdî îlham da min û min xwest peyama xwe jî bi stranên xwe bidim.” Di nava peyamên wî de hêvî jî hebû. Ji sala 1985´an û pê ve şoreşa Başûr dişikest û gelek pêşmergeyên kevin sirgûn dibûn û hêviya xwe jî ji dest didan. Wî bi hunerê xwe xwest hêviyê ji nû ve bi wan re çêke. Ji bo vê wî şiira Abdullah Goran jî bi kar anî: "Ji ber vê min şiira herî baş a şair Abdullah Goran 'Barî bayana' neqand, da ku peyama xwe bidim Kurdan da ku xwedî hêvî û dildar bin.”
20 hezar melodiyên Kurdan
Ew bi huner û muzîkê li dinyayê dinihêre. Li ser pirsên siyasetê jî ew dibêje, "Gava em li globalbûnê jî binihêrin, wê di huner û çandê de hin kompromîs, berbihevveçûn çêbin. Nabe ku em destûrê bidin ku rêûresmên me di nava globalbûnê de jê biçin. Berevajî, divê em globalbûn û teknolojiyê bi kar bînin da ku em muzîk û çanda xwe ji sînorên Rojhilata Navîn bibihurînin.”
Mazher Xaliqî sala 2003´yan çû Başûrê Kurdistanê û Înstîtuya Keleporî Kurdî damezrand ji bo parastina cureyên muzîkî, newayên ji rêûresmê yên Kurd û tiştên din ên folklorê. Vê înstîtuyê heta îro bêhtirî 20 hezar melodiyên Kurdî qeyd kirine. Wekî din çîrok hatine berhevkirin. Herçî bipêşxistina muzîka Kurdî ye, rexneyeke wî li Başûrê Kurdistanê heye: "Cihê bexteweriyê ye li Başûrê Kurdistanê derfet hene em muzîka xwe bi pêş bixin, lê zêhniyeta ji bo ev bê kirin, nîne."
NAVENDA NÛÇEYAN
Vegereke piştî bi 40 salan
Ji nava muzîkjenên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê Mazher Xaliqî yek ji yên herî navdar e di nava civaka Kurd de. Ew yek ji yên herî dinya dîtî û bihurandiye jî. Ew niha Înstîtuya Keleporî Kurdî ya navenda wê li Silêmaniyê bi rê ve dibe. Ev înstîtut ne ya hikûmetê ye û armanca wê parastina kelepor û muzîka neteweyî ya Kurdan e.
Mazher Xaliqî yê îro 81 salî, hem goraniyên gelêrî dibêje, hem şair e, hem bestekar e, û hem jî folklorîst e. Ew ji bajarê Sine yanî paytexta Ostanê Kurdistanê ye. Wî ji 9 saliya xwe ve dest pê kiriye û bi muzîkê daketiye. Lê hîna nû par wî karî vegere bajarê xwe da ku xelatekê ji Kongreya Ronakbîrên Kurd bi organîzasyona Zanîngeha Kurdistan a li Sinê wergire. Ew sala 1979´an piştî ku rejîma îro heyî, şoreşa Îranê desteser kir, neçar mabû sirgûn bibe; ji ber ku li Îrana vê rejîmê de li wî qedexe bû ku stranan bibêje, ji ber qedexeya weşandina muzîkê.