
Xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kurt di 12’ê gulana 2010’an de di çalakiyê de bi guleya polîsan birîndar bû û di 19’ê gulanê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Der barê mijarê de li 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Muglayê der barê Wezîrê Karên Hundir de doz hate vekirin. Li ser navê Wezîre Karên Hundir muşawîrê hiqûqê Ahmet Hamdi Nayir bersîv da û xwe parast. Di bersîva parastinê ya 23’ê îlona 2011’an de berpirsiyar Kurt hate nîşandan. Wezareta Karên Hundir di parastina xwe de wiha got: “Di mjara gotinê de polîsan piştî bûyera li Zanîngeha Mûglayê ji bo rewşê aram bike polîsê bi navê Gultekin Şahin bi destûra amîrê xwe gule berda hewayê. Çend gule bera hewayê dan. Hate famkirin ku piştî guleberdanê Şerzan Kurt jiyana xwe ji dest daye. Dema polîs peyvira xwe bi cih anîye, li dijî polîsan di ber xwe daye. Polîs ji bo vê bexwedanê bişkîne her tim xwedî erk e ku bersivê bide û çekê bikar bîne. Mijra gotinê jî di vê çarçovê de ye. Polîs li gorî vî erkî tev geriya ye. Erka polîs çekê bikar bîne çêbûye. Di vê bûyere de qusûr ya Şerzan Kurt e. Li dijî hiqûqê tiştek tune.”
Li hemberi vê parastinê Bavê Şerkzan Kurt Omer Kurt, bertekên xwe anîn ziman û bi vê parastinê êdî diyar dibe ku dê daraz biryarek çawa bide. Omer Kurt, anî ziman ku parastina Wazaretê ne li gorî hiqûq û wijdanê mafên mirovan e û wiha got: “Kurê min ji ber ku Kurt bû polîsan ew kirin hedef û kuştin. Kurê min xwedekarê zanîngehê bû. Ger ku îro nehatibûya kuştin dê xizmet bida gelê xwe. Polisên ku li şûna kurê min biparêze ew kuştin. Wezaret dibêje qusûr ya Kurt e. Kurt, bilêv kir ku ev parastin ne hiqûqî û wîcdanî ye û wan dixe nava fikaran. ‘Wezîr sucê xwe parast’ Parêzerê Malbata Kurt Prz. Arîf Alî Cangi jî bertek nîşanî parastina Wezareta Karên Hundir da û wiha got: “Ev parastin hayê qebûl kirin. Di bersîva parastinê de xuya dibe ku Wezaret sûc diarêze û kujeran jî diparêze. Sûc qebûl dike û diparêze.
DÎHA/ÎZMÎR