Yek ji nasîna nasnameya însan wek hebûn û netewe ziman û çanda wî ye. Bi zimanêkî sade; ziman amrazê (wesîle) peywendiya însanî û naskirina nasnameya wan e. Roja 21’ê Sibatê Roja Cihanî ya Zimanê Dayîkê hatiye bi nav kirin. Sedsala 20’emîn sedsala asîmîlasyon û qirkirna ziman û hebûnan bi deste netewe-dewletê eyan bu.
Dixwestin li bin navê yek dewlet, yek al û yek netewe ziman û mejî jî aydê xwe bikin. Di dirokê de piranî şer li hember dagîrkariyê û ji bo parastina hebûnê pêk hatine. Ziman wek hebûna însan beşêk ji koloniyekê ye ku dagîrkeran ew girt ax bes fêde dikin. Dagirker bi rêka ziman hewl dide mejî û zêhniyetê jî dagir bike. Ziman û mejî peywendiyeke wan a gelêk kûr heye ku girêdayî hevdu in.
Ziman wek beşêk ji laş tenê bi serê xwe nikarê bigerê û serbixwe kar bikê. Ziman raste rast girêdayî zîhniyet û mejiyê insên e. Ji bo wê jî eger ziman dagir bibe, dagîrker dikarê mejî dagir bike. Dagirkirina ziman û mejî ji dagirkirna ax û fîzîka însan jî xerabtir e. Ji ber ku bizanibîn asta asmîlasyon a di welatekî de çende gerek bizanbîn gelê wî welatî hestên xwe bi çi zimanî dikarin ifade bikin? Eger hestê wan bi zimanê dayikê be wê demê dagikariya ziman hin jî nikariye bigihîjê aramanca xwe. Lê eger li wî welatî kes bi zimanê dayikê nikaribin hest, aciz bûn, hezkirin û hemû tiştêkê ku ji navê derdikevin binê ziman, wê demê asmîle bûye.
Baştirîn parastina ziman di çarçêweya parastina rewa de wek mafekî, perwerdekirin bi zimanê dayikê ye. Eger êriş bi ser ziman bê kirin, parastin dikevê dewrê ku heman perwerdeye.
Di sedsala 21’emîn de hin jî gelê Kurd di bin êrişa dagirkeran a qirkirinê de ye. Hêna jî ziman qedexe ye. Li hin parçeyan wek axaftin qedexe nîne lê bi helandineke spî re rûbirû ye. Gelêk caran têkoşîn ji bo parastina ziman wek daxwazî û mafêk tê bi naw kirin ku di bin dagirkeriye de neyê perçiqandin. Lê pêwîst e ev maf wek rastiya xwe bê binavkirin.
Ziman tenê negirêdayî gotinê yê. Beşêk ji asîmîlasyona mejî ye ku dikare insan jî wek welat dagir bike. Ji bo wê jî ziman tenê wek gotin bê pênasekirin şaştiyek mezin derdikeve. Kurd dixwazin bi ziman û hebûna xwe wek insanên azad bijî. Naxwaze bi zîhniyeteke dagirkirî û bêyî zimanê dayîkê fêr bibe. Gava ku bi zimanê dayikê fêr bibe lê bi zîhniyeta dijmin be wê gavê jî tu qazancak bi dest naxîne. Aniha zîhniyeta dagirker li ser neteweya Kurd tê disepînîn. Li ber vê yekê jî gelê Kurd naxwaze bi rêya zimanê dayika xwe mejiyê xwe bide dagirkirin. Dixwaze bi zimanê dayikê hebûn û azadiya xwe garantî bike. Li ser vî esasî ew mafê ku hinek caran wek wesîleya xapandina civakê dagirker bi kar tîne xizmeta dagirkeriyek din e. Ji bo wê em zimanê xwe bi zîhniyetê azadiyê dixwazin. Zîhniyeta konfederalîzma demokratîk parastina hebûna hemû pêkhateya ye. Heta ku bi demokrasî re hemû zarava û bin zarava bên parastin divê raste rast bên bikaranîn. Em bi perwerdekirina zimanê xwe û pakkirina zîhniyeta xwe dikarin pêşî li dagirkeriya civak, çan û welat bigirin. Pakkirina zîhniyetê di heman demê de têkoşîneke girîng e beranberî dagirkeriyê ye ku niha ev erka gelê Kurd e. Di demek ku dinya bi tavahî behsa zimanê dayikê dike, zimanê gelê Kurd ji hêla welatên dagirker ve tê qedexekirin û gel tê qirkirin. Lê dinyaya ku li ser zimanan kûrbûye guh û çavê xwe ji bo me girtine.