Rêxistina Efûya Navneteweyî li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk a Franseyê li Parîsê çalakiya protestoyî li dar xist. 

Bi dehan endamê Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty Internatîonal) ku nerazîbûn nîşanî girtina gelek parêzvanên mafê mirovan dan, li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk a li Parîsê çalakiyeke protestoyî li dar xist. 

Çalakvanan girtina 6 parêzvanên mafê mirovan ku nûnerê Efûya Navneteweyî yê Tirkiyeyê Taner Kiliç û dîrektorê wê Îdîl Eser jî di nav de ne, şermezar kir, destê xwe zincîr kirin û bi qêrînê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Ji nûnerên Efûya Navneteweyî yê Fransayê, Nîcolas Krameyer daxwaz kir ku hemû nûnerên li Buyuk Adayê hatine girtin bên berdan, û got, cezakirina bi dehê salan a parêzvanên mafê mirovan bûyereke sosret e.

Krameyer destnîşan kir ku kesên hatine girtin, xistine hucreyên 2 metreyî û ne malbat dikarin xwe bigihînine wan û ne jî doktorên ji bo dermankirinê.

Piştî axaftinan çalakvanan xwest 100 hezar îmzeyên di çarçoveya kampanyaya Efûya Navneteweyî li ser înternetê ji bo berdana parêzvanên berhevkirî, li pêşiya seferetxaneyê deynin, lê belê erkdarên ewlekariyê destûr neda. 


 PARÎS