275 Şervanên Minbicê piştî dewreya perwerdehiyê bi dawî kirin tevlî nava refên Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn.

275 ciwanên Minbicê, doh dewreya xwe ya bi navê Şehîd Ilyas Ebû Betûş li Akademiya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla bi dawî kirin. Şervanan di dewreya ku 3 mehan dom kir de perwerdeyên leşkerî û bîrdozî dîtin. Hevserokê Komîteya Parastinê ya Minbicê Ednan Ebû Emced û Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di merasîma bidawîbûna dewreyê de amade bûn.

Şervanan destpêkê merasîmeke leşkerî li dar xistin. Paşê Ednan Ebû Emced axivî û bang li tevahî şervanan kir ku  li dijî hewildanên hêzên dixwazin destkeftiyên pêkhateyên herêmê têk bibin têkoşîna xwe xurt bikin. Piştî axaftin bi dawî bû, şervanan sûnda leşkerî xwarin û soz parastina Minbicê û Bakurê Sûriyê dan. Di dawiya merasîmê de şervanan li ser awazên stranên gelerî govend gerandin. 


KOBANÊ