DİLÎŞAN ÎBİŞ/ANHA / REQA


Şervanê QSD’ê yê bi navê Mûsa El-Helebî ku beşdarî hemleya rizgarkirina Reqayê bûye, diyar kir ku tevî ku çeteyên DAIŞ’ê li devera Deriyê Bexdayê yê kevnar li bajarê Reqayê de bi cih bûbûn, lê dîsa jî wan bi pilanên xwe yên baldar bêyî ku ziyanê bi şûnwaran bikin, rizgar kirine û da zanîn ku ew ê şûnwarên bajêr heta dawiyê jî biparêzin.

Devera Deriyê Bexdayê yek ji deverên kevnar ên bajarê Reqayê ye. Deriyê Bexdayê li taxa El-Mensûra ya rojhlatê bajêr e, û ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatiye parastin.

Tevî ku çeteyên DAIŞ’ê li deverên kevnar û şûnwarên dîrokî xwe bi cih kiribûn da ku xwe ji êrîşên QSD’ê biparêzin, şervanên QSD’ê bi planên xwe yên eskerî û baldar karîbûn bêyî ziyanê bi şûnwaran bikin, devera kevnar ji çeteyan rizgar kirin.


Bi baldarî û bi plan

Li devera Deriyê Bexdayê ya kevnar a li taxa El-Mensûra ya li navenda bajarê Reqayê, şervanekî Meclîsa Eskerî ya Minbicê yê bi navê Mûsa El-Helebî yê beşdarî hemleya rizgarkirina Reqayê bûye û ji Reqayê ye, behsa çawaniya rizgarkirina vê şûnwara dîrokî kir, û da zanîn ka wan du rojan bi temamî plana rizgarkirina vê deverê çawa kiriye da ku ziyanê bi şûnwaran nekin. Mûsa El-Helebî got, “Me dizanî ku çete di hundirê devera kevnar de bi cih bûne, her wiha di bin deverê de tûnel jî kolandine. Rizgarkirina vê deverê ji bo me gelekî dijwar bû, nemaze ji ber ku me nedixwest ziyanê bi şûnwaran bibe.”


Bê deng be bila guleyan li şûnwaran nedin

Mûsa El-Helebî di dewama axaftina xwe de behsa buyerekê kir û bi rûkeniyekê wiha domand: “Dema em ji rizgarkirina deverê nêzîk bûn, hevalê min ku di çalakiyê de li rex min bû, ji min re digot, ‘bê deng be, bila çete guleyan li şûnwaran nedin’ min nikaribû xwe ragirim û tevî metirsiya rewşê ez keniyam.” Mûsa divê axaftina xwe de behsa baldariya wan li ser şûnwaran dike û ji bo parastina wan canê xwe feda dikin.

Mûsa da zanîn ku çalakiya rizgarkirina vê deverê sê rojan û 7 saetan dewam kiriye û di heman çalakiyê de 22 çete hatine kuştin.

Mûsa destnîşan kir ku çalakiya rizgarkirinê bi şev de dest pê kiriye û dema roj hildihat hema dixwest berê xwe bide devera Deriyê Bexdayê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bajarê Reqayê yê me ye, her bosteke axa Sûriyê dê di bin parastina me de be. Heta ku dilopeke xwîn di laşê min de heye ez ê li dijî çeteyan li ber xwe bidim.”