DERAV ALA

Dewleta Tirk a dagirker bi xwînsarî li şerê di navberê çeteyên xwe de yê li dewrûbera Îdlib û Helebê temaşe dike. Ev şer di wextekê de ye ku Emerîka dike hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rêvberiya Şamê de bi navbeynkariya Rûsyayê pêk tên.

Dawiya sala 2018'an şandeyeke Tirkiyê serdana Moskovê kir. Şandeya Tikiyeyê ji Wezîrê Karên Derve yê Tiriyeyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û Serokê Îstixbarata Giştî a Tirk MÎT'ê Hakan Fîdan pêk dihat. Di van hevdîtinên veşartî de çi hat nîqaşkirin?. Dewleta Tirk çi tawîzên nû dan Rûsyayê?..

Gelo dixwazin senaroya Efrînê li herêmên din jî pêk bînin, ango Idlib bermaberî Minbicê bikin? Eşkere ye ku tiliya Rûsyayê di vê planê de heye.

Dewleta Tirk niha dest bi hemleyeke tesfiyê li cihê cih kiriye. Hem El-Nusrayê û hem jî çeteyên Eniya Niştîmanî ya Rizgariyê dixwaze lawaz bike. Dewleta Tirk xwest çeteyên weke Ehrar Şam û Nûredîn Zenkî li dijî çeteyên El-Nusra sor bike û wan li hemberî hev bide şerkirin. Lê çeteyên El-Nusrayê fersend ji Tirkiyê stand û berî ku ew dest bi êrişên xwe bikin, Nusrayê êriş kir û erdeke mezin xist bin kontrola xwe. Bi vî awayî, li Bakur-Rojavayê Sûrî hêza herî xurt li ser erdê, çeteyên Heyet Tehrîr Şam ango El-Nusra ye. Li gorî çavkaniyên taybet, ji bo tevlîbûna El-Nusrayê, Tirkiye 5 hezar dolar ji bo her kesekî pêşkêş dike.

Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Erdogan 17'ê Îlona 2018'an li Soçiyê rûniştin û li ser avakirina herêmeke bêçek li Idlibê li hev kirin, El-Nusrayê bi daxuyaniyekê ev yek red kir. Îstîxbarata Tirkan gelek caran bi serçeteyên El-Nusrayê hevdîtin çêkirin û xwestin baskên din ên El-Nusrayê bixin bin kontrola xwe. Gelek hevdîtinên veşartî li Dîlok, Kilîs û gelek herêmên din pêk hatin. Niha dewleta Tirk dest bi tesfiyekirina aliyan kiriye. Lê ev pêvajo wê ber ku ve biçe, ne diyar e.

Beriya çend rojan Rûsyayê careke din bi balafiran êrişî çend nuqteyên çeteyên li Idlibê kir. Lê dewleta Tirk xwe kerr kir û xwe li bêdengiyê danî.

Gelo Îran wê heta çi radeyê van bazaran qebûl bike. Piştî kêmkirina serweriya wê li gelek herêman, Îran dixwaze lingekî wê li Idlibê û rojavayê Firatê ya xurt hebe. Ev yek di wextekê de tê ku Rûsya navbeykariya di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de dike. Hem jî tê gotin ku rayedarên payebilind ên Emerîkayê wê serdana bakur û rojhilatê Sûrî bikin. Wer xuya ye ku tabloyeke kuantumîk li pêşiya me ye.

Nediyarî û ihtîmal pirr in.