Hanîfî Can birayê Ferhan Can e ku sala 2012´an di şer de şehîd bû. Wî birayê xwe carekê sala 2014´an veşart, lê dewleta Tirk ew cenaze bi dozeran ji gorê derxist. Cara diduyan wî cenazeyê birayê xwe anî, ji Goristina Kîlyosê ku bi gotinên Hanîfî goreke komî ye.

Hanîfî Can bang li malbatan dike da ku cenazeyên wan li wê gora komî di ser dilê hev de veşartî nemînin miracaet bikin. Wî got, mafê her kesî ye gorekî wî hebe û her wiha ji partiyên siyasî jî xwest destekê bidin malbatan da ku karibin cenazeyên xwe wergirin.

NACÎ KAYA / MA/STENBOL

Hanîfî Can piştî bi 2 salan cenazeyê birayê xwe Ferhan Can wergirt û defin kir. Wî got, cenazeyên li Goristana Bêkesan a Kîlyosê li ser hev hatine definkirin û got, “Ev goreke komî ye.  Ji mirovekî tenê parçeyek maye”.

Di 19’ê Kanûna 2017’an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê Goristana Xerzanê hatibû rûxandin û 267 cenaze jê hatibûn derxistin û ew cenaze şandibûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Piştî 2 salan encamên DNA’ya yên 10 malbatan û 10 cenazeyan li hev derketin. Yek ji van cenazeyan ê Ferhat Can (Ferhat Xerzan) e. Piştî DNA li hev derketin, malbatê di 14’ê Kanûnê de cenazeyê xwe ji Goristana Bêkesan a Kîlyosê wergirt û li gundê Dizirok ê Exlatê defin kir.

Bi dozeran cenaze derxistin

Bira Hanîfî Can anî ziman ku ji ber zext û zoriyên li ser Kurdan birayê wî Ferhat Can sala 2005’an tev li nav refên PKK’ê bûye û sala 2012’an jî li Bedlîsê jiyana xwe ji dest daye. Can got, piştî ku birayê wî jiyana xwe ji dest daye bi 2 salan, ew pê hesiyane: “Sala 2014’an Dozgeriya Bedlîsê ewraqek ji me re şand ku birayê min jiyana xwe ji dest daye û li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatiye definkirin. Paşê ji bo em cenazeyê xwe wergirin me ji bo DNA’yê xwîn da. Piştî xwîn li hev derket, me cenaze wergirt û li Goristana Xerzanê defin kir”.

Hanîfî Can destnîşan kir ku sala 2017’an bi awayekî hovane cenaze ji Goristana Xerzanê hatine derxistin: “Bi dozeran cenaze derxistin. Li gorî Qanûna Bingehîn bi vî hawî derxistina cenazeyan sûc e. Lê belê tenê ne li gorî Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê, li gorî peymanên navneteweyî jî sûc e. Her wiha di hêla dînî de jî wisa ye. Nexasim gava mirov dilsoziya Kurdan a ji bo dîn bîne berçavê xwe, ev bûye cihê şikestineke mezin”.

 Ne insanî û ne jî exlaqî ye

Hanîfî Can diyar kir ku piştî cenaze hatine derxistin, ew birine Stenbolê û ji bo vê jî malbatê ji bo wergirtina cenazeyan careke din xwîn daye: “Piştî hewldanan cenazeyên çend malbatan dan. Jixwe, me berê ji bo DNA’yê xwîn dabû û me cenazeyê xwe ji Meletiyê anîbû. Çima careke din cenaze derxistin? Ev sûc e. Me ev ji wan re jî got.”

Hanîfî Can ji bo cenazeyê li Goristana Kîlyosê got: “Gava dibêjim fedî dikim. Li çopgehekê cenazeyên me li ser hev danîbûn û veşartibûn. Ev ne goristan e. Ev goreke komî ye. Cenaze xera bûbû. Ev ji hêla dînî û ji hêla insanî ve jî tiştekî giran e. Ne exlaqî ye.

Gava me cenazeyê xwe anî jî em bi pirsgirêkan re rû bi rû man. Ji mirovekî tenê parçeyek mabû. Ji bo definkirina wî parçeyî jî zor û zehmetî dan ber me. Me xwest em wî li cem pismamê min defin bikin. Gotin, ‘Nabe, 100 metre dûrî wî veşêrin, yan jî em ê nehêlin’. Heger wê li cem xizmên xwe neyên veşartin, îca wê li ku bên veşartin.”

Mafê binpêkirinê binpê dikin

Hanîfî Can îşaret bi mafê malbatan ê veşartinê kir û got, “Bîrdoziya cenazeyan tineye. Mafê me yê definkirin û şîndanînê heye. Lê bi salan e mafê me yê definkirinê tê binpêkirin. Eynî wekî yê Şêx Seîd, Seyîd Riza, wekî yên li Koçgirî û yên din. Çima nahêlin? Divê her mirov li gorî baweriya xwe bê definkirin û goreke wî hebe. Ma em ê çawa li vî welatî bijîn? Madem hûn tiştên wiha tînin serê me, nexwe di televîzyonan de nebêjin ‘Birayên min î Kurd’.

Hebûna gelekî bi gorên wan e. Me bi çavê xwe dît bê cenaze çawa tên veşartin, li ku tên veşartin. Divê her kes xwedî li van cenazeyên li ser dilê hev hatine veşartin, derkeve. Miracaet tiştekî qanûnî ye. Jixwe, peywirdarên dewletê ji bo wergirtina cenazeyan got, miracaet bikin. Em jî dixwazin di cejnan de biçin ser gorên xizmên xwe û dua bikin. Ji bo wergirtina cenazeyan divê partiyên siyasî jî tev bigerin.“