Di 28’ê Mijdarê de, hinek parêzer û çalakvanên civaka sivîl li Hewlêrê bi riya daxwannameyekê serî li Serokatiya Serdozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê dan ku rêzefilmên Tirkî yên di kanalên Kurdî de tên weşandin werin astengkirin û rawestandin. Lê, heta niha bersiva wan nehatiye dayîn.
Li ser navê parêzer û çalakvanan Rêbîn Sebah anî ziman ku heta niha Serdozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê bersiv nedaye wan û got, heta betlaneya serê sala nû wê xwe ragirin, eger bersiv nede, wê giliyê wan kanalên ku rêzefilmên Tirkî diweşînin bikin.
Heta niha li Başûrê Kurdistanê kanalên ku rêzefilmên Tirkî diweşînin welatiyan nerazîbûna xwe ji wan anîne ziman û daxwaza rawestandina wan dikin. Lê heta niha rayadarên peywendîdar ji bo rawestandina rêzefilmên Tirkî ti gav nehatine avêtine.
ROJNEWS/HEWLÊR