
Li Stenbolê xwendekar û parêzer bi pêşengtiya Komaleya Parêzerên Azadîxwaz û Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê perwerdehiya zimanê Kurdî dibînin. Xwendekar bi vê perwerdê ve hem rêziman û hem jî termîlojiya bêşeyî ya xwe hîn dibin. Xwendekarê bi navê Neçîrvan Adiyaman da zanîn ku 3 hefteye perverdeyê dibînin û asta duyemîn de ne.
Adiyaman bilêv kir ku her tim xeyala vî ew bû ku bi zimanê xwe ya zikmakî perwerdê bibîne û wiha got: "Min her tim dixwest ku bi zimanê zikmakî perwerdeyê bibînim. Heta niha dibistan û zanîngeha pergalê de min dixwend û ji ber vê zimanê min ya zikmakî ber bi tûnebûnê ve diçû. Ew yek pir diçû zoriya min." Adiyaman armanca xwe jî bi wan gotinan anî ziman: "Êdî parastina zimanê zikmakî tê xwestin divê parêzer jî Kurdî bizanibin. Ez jî wek endamê parêzertiyê dixwazim zimanê termînolojîk bizanim û xwe bi vê avayî pêşbixim"
'Dixwazim parastinê bi Kurdî bikim'
Jina ciwan ya bi navê Sezen Tekîn dazîn ku piştî ku perwerde dibîne di rêziman de pêşketinek mezin heye. Tekîn diyar kir ku bibe parêzer, kesên ku dixwaze bi zimanê Kurdî parastina xwe bike parastina vê kesê bi zimanê Kurdî bike û wiha axivî: "Bi vê perwerdeyê kelecanek mezin di min de çêbûye û ez gelekî kêfxweş im." Herî dawiyê jî bang li xwendekarên Kurd kir û axaftina xwe bi wan gotinan bi dawî kir: "Bila xwendekar zimanê xwe ya zikmakî bila pêş bêxe, bila Kurdî bipeywin û xwe bi zimanê Kurdî perwerde bikin."
'Em ê zagonên Kurdan binivîsînin'
Parêzerê bi navê Kadîr Tunç jî dîyar kir ku divê Kurd bi hemû beşan ve pêş bikeve yêk jî wan beşan beşa hiqûqê ye û ev tişt anî ziman: "Armanca min ew e ku ez kurmanciya xwe pêş bêxim. Ez bawerim rojek were em ê zagonên xwe bi zimanê Kurdî binîvîsînin û em ê parastina xwe bi zimanê xwe ya zikmakî bikin. Ji ber vê yekê ez bawer im ku em ê demekê sûdê vê perwerdeyê bibînin."
DÎHA/STENBOL